Ciwanan li Edeneyê bertek nîşanê destgîrkirinan da
Li Edeneyê ciwanan bi meşekê operasyonên qirkirina siyasî yên navend Mersîn, protesto kirin.
Li Edeneyê ciwanan bi meşekê operasyonên qirkirina siyasî yên navend Mersîn, protesto kirin.
Meclîsa Ciwanan a Edeneyê ya Partiya Çepên Kesk, destgîrkirina di çarçoveya lêpirsînê de ku bi hinceta “parvekirinên li ser medyaya dîjîtal” Serdozgeriya Komarê ya Mersînê da destpêkirin, bi lidarxistina meşekê protesto kir. Ciwan, li Taxa Gulbahçe ya navçeya Seyhanê hatin ba hev û meşiyan. Gava meşê bêyî sekin dirûşmeya “Em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin” hat berzkirin.
Ciwanan, bertek nîşan da destgîrkirina di çarçoveya lêpirsîna navend Mersîn de hat kirin û got: “Tifaqa faşîst ku dewletê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne, dibêje qey wê bi destgîrkirinê Kurd bêzar bibin. Lê wê bi kêr neyê.”