Ciwanan li Îzmîrê Şehîdên Meha Gulanê bi bîr anîn

Rêxistinên ciwanan li Îzmîrê Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer û Çaran bi bîr anîn û diyar kirin ku ew ê timî xwedî li mîrateya şoreşgerî derkevin.

Ciwanên Demokrat ên Nû (YDG), Yêkitiya Xwendekarên Şoreşger (DOB), endamên Çalakiyên Xwendekaran, ji bo bîranîna şoreşger Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer, Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner ên di meha Gulanê de şehîd bûne, daxuyaniya çapemeniyê dan. Daxuyanî li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Alsancakê hat dayîn.

Di daxuyaniyê de pankarta ku wêneyê Îbrahîm Kaypakkaya û nivîsa “Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer û Çaran di têkoşînê de me dijîn” hat hilgirtin û gelek caran dirûşmeyên “Şehîdên Meha Gulanê nemirin”, “Heval Hakî rûmeta me ye” û “Bijî berxwedana zindana” hatin berzkirin. Beriya daxuyaniyê ji bo şehîdên têkoşîna azadî û şoreşê deqeyek rêz hat girtin. Gelek rêxistinên ciwanan tevlî bîranînê bûn.

Hasan Benlî li ser navê rêxistinên ciwanan axivî. Benlî destnîşan kir ku xeta şorşegeran, rê wan daye ku ji xeynî hêza bindestan tu hêz nikare bindestan rizgar bike. Benlî bal kişand ser girîngiya nemirên tevgera şoreşger a Tirkiyeyê û got ku ew ê her tim vê li gor vê mîrateya şoreşger tevbigerin.