Ciwanan ji Baselê gotin: Em berxwedanê mezintir bikin

Ciwanên Kurd ên li Swêdê dijîn, di 9. Festîvala Ciwanan a Hasan Kiziler de li hev civiyan.

Ciwanan berxwedana li Rojava û Bakurê Kurdistanê silav kirin, bal kişandin ser tecrîda şidandî ya li ser Ocalan û gotin, "Heta ku Rêberê gelekî dîl girtî be, ew gel bi ti awayî azad nabe."

Festîvala Ciwanan a Hasan (Mazlûm) Kiziler, ku ji aliyê Ciwanên Azad ên Swîsreyê ve her sal bi rêk û pêk tê organîzekirin, îsal cara 9. pêk hat. Ji herêmên cuda yên Swîsreyê bi sedan ciwan tevlî festîvala li navenda sporê ya Rankhof a li bajarê Baselê bûn. Qada festîvalê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên gerîlayên di têkoşîna şoreşê de jiyana xwe ji dest dan, alên PKK, KCK, YPG û YPJ'ê hat xemilandin û dirûşmên berxwedanê hatin qîrîn.

Tevî Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar, nûnerên gelek saziyan jî cihê xwe li festîvalê girtin. Di çarçoveya festîvalê de, tevahiya tûrnûvayên futbol û voleybolê hatin lidarxistin.

DIVÊ OCALAN AZAD BIBE

Ciwanan di festîvalê de berxwedana li Bakur û Rojavayê Kurdistanê silav kirin û bal kişandin se tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Ciwanan destnîşan kirin heta ku Ocalan azad nebe, gelê Kurd azad nabe û da zanîn, ji bo azadiya Ocalan divê her der veguhere qada çalakiyê.

SANCAR: HEMÛ PLANÊN ERDOGAN PÛÇ BÛN

Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdîn Mîthat Sancar li vir axivî û işaret bi mijarê di rojevê de ne, kir. Sancar diyar kir, li hemberî her şêwe zext û şîdetê, gelê Kurd bi serbilindî li ser piyan e û destnîşan kir, berxwedana gelê Kurd a ji Kobanê destpê kir û roj bi roj mezin dibe, hemû planên zaliman pûç kiriye. Sancar bibîr xist, serketina HDP'ê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de, hemû planên Erdogan ji hev xistiye û ew jî li dijî her şêwe zextan li ser piyan e.

'EM Ê SERÎ LI BER PLANA DARBEYÊ NETEWÎNIN'

Li ser rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê Sancar got, "Yên ku hewl didin bi rakirian destnedanê çav li me bitirsînin, bila li dîroka me ya berxwedanê binêrin. Ew bi mal û milkan xwe dafirînin, lê ya ku me dafirîne berxwedana gelê me ye. Cudahiya navbera me û wan ev e. Ti ji me wê neçe dadgehan û em ê serî li ber plana darbeyê ya Erdogan netewînin."

Sancar da xuyakirin, têkoşîn roj bi roj mezintir dibe û got, "Nepêkan e bi şer pêşî li gelekî were girtin. Di dawiya dawî de wê vê fêm bikin."

DEMÎRTAŞ: ME BI CIWANTÎ DESTPÊ KIR, EM Ê BI CIWANTÎ BI SER BIKEVIN

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bi rêya telefonê ji beşdarên festîvalê re axivî û bal kişand ser girîngiya ciwanan. Demîrtaş destnîşan kir, ku divê berxwedan li her qadê bê dayîn û got, "Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin."

Li dû axaftinan, ciwan li ber stranên Serhado û gelek komên muzîkê govend gerandin. Tûrnûvayên futbol û voleybolê jî bi baldarî hatin şopandin.

...