Ciwanên Kurd li Edeneyê bi fîşekên hewayî, kevir û molotofan bersiv da êrîşa polîsên Tirk û dest danîn ser bombeyên gazê yên polîsan.
Şevê din, li taxa Hurriyet a navçeya Şeyhan a navenda Edeneyê komek ciwanên Kurd tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin. polîsan bi wesayîtên zirxî yên weke TOMA û Akrep êrîşê ciwanan kirin.
Ciwanan bi kevir, fîşekên hewayî û molotofan bersiv da êrîşa polîsan û dest danîn ser bombeyên gazê yên di destê 4 polîsan de.
Ciwanan dest danîn ser meneşeîla 37/38 mm ya Brezilya û menşeîla 40 mm a Amerîka û bi giştî 48 bombeyên gazê.
Li ser bombeyên gazê yên ku Midûriyeta Giştî ya Tirk vekirina ji bo bikaranîna wan kir, hat diyarkirin ku mesafeya van bombeyan 120 metre ye û li ser bombeyan ev hişyarî hene:
"Bi awayeke yekser li mirovan nereşînin, dibe bibe sedama şewatê, tenê dikare ji aliyê peronelên hatine perwerdekirin ve bên karanîn. Tenê li cihên vekirî tên karanîn. Bi mesafeya 45 derece gule bireşînin, ger piştî dîroka bidawîbûna karanînê were karanîn, xeter e, ger hûn bi bandora gazê re rû bi rû man, çavên xwe her tim bi avê bişûn. Divê hûn teqez ji bo cihên bi gazê re rû bi rû mane melhem an jî losyan pêk bînin.”