Ciwan li Stenbolê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan

Ciwan li Stenbolê bi armanca protestokirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş li dar xistin.

Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Stenbolê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 23 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin û 22 meh in agahî jê nayê girtin, li semta Kûrtûlûş a navçeya Şîşliya Stenbolê meş li dar xistin.

Ciwanan di meşê de fişekên hewawî û torpîlan teqandin û dirûşmên, “Bîji Serok Apo”, “Hezar silav li Îmraliyê”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” û “Ciwan fedaiyên Serok Apo ne” berz kirin.

Ciwanan di meşê de destnîşan kirin ku wê ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiyê bînin Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn û gotin: “Em wek ciwanan soz didin ku em ê tecrîdê rakin û Kurdistanê azad bikin.”