Civîna Meclîsa HDK’ê: Yekane rêya rizgariyê têkoşîna hevpar e!

Meclîsa HDK’ê çavkaniya esasî ya polîtîkayên êrîşên dagirkerî, tecrîda Îmralî, qirkirina xweza, talana kedê, polîtîkayên tinekirin jin û ciwanan, pirsgirka Kurd e, diyar kir ku yekane rêya rizgariya gelan têkoşîna hevpar e.

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), civîna Meclîsa Giştî ya Serdema 11'emîn li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Bagcilara Stenbolê lidar xist.

Pankartên “Wê jiyana nû bi ser bikeve” û “Bi biryariya şehîdên şoreşê em ê bi ser bikevin” li ewyana civînê hatin daliqandin. Hevberdevkên HDK’ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû û gelek kes beşdarî civînê bûn.  

Hevberdevk Esengul Demîr û Cengîz Çîçek di destpêka civînê de axivîn û bal kişandin ser gelek mijarên girîn û polîtîkayên înkarê. Hevberdevkan qurbaniyên komkujiyên li Madimakê û Çorûmê bibîr anîn.

Hevberdevkan destnîşan kir ku bingeha operasyonên derveyî sînor, tecrîda li Îmraliyê, talana ked, polîtîkaya tunekirina jinan û ciwanan bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ye û rizgariya tekane ya di destê gelan de têkoşîna hevpar e.

Piştî axaftina hevberdevkan civînê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.