Civaknasa Îtalî: Tevgera siyasî ya Kurd gavên girîng avêtin

Civaknasa Îtalî Donatella Della Porta peyamekî piştgirî ya ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo, şand.

Civaknasa Îtalî Donatella Della Porta ji bo piştgirîdayîna Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ya di 27’ê Sibatê de, peyamek şand. Donatella Della Porta ku peyama xwe ji DEM Partiyê re şand, diyar kir ku ew bi awayekî xurt piştgiriyê dide çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd.

Della Porta diyar kir ku di gelê Kurd di dema têkoşîna xwe ya demdirêj a li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê de, nasnameyên nû yên kolektîf ku sînorên dewletê derbas dikin, afirandine.

Di peyamê de wiha hate gotin, “Ez bi awayekî xurt piştgiriyê didim çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd. di gelê Kurd di dema têkoşîna xwe ya demdirêj a li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê de, nasnameyên nû yên kolektîf ku sînorên dewletê derbas dikin, afirandine. Her wiha bandora koloniyalîzmê û hewildanên tunekirina wan, ji bo Fîlîstîniyan û gelên din ên bindest, parçe-bûna axê û tecrûbeyên dîasporayê çêkiriye, ku ev jî têgehên rizgarî yên nû û şêweyên nû yên subjektîvîteyê geş kiriye. Nêzîkbûna bi tevgerên cîhanî yên li ser mijarên mafên zayendî, pirsgirêkên jîngehê, nijadperestî û neheqiya civakî, berpirsiyarî ji bo ramanek bingehîn ji hemû gelên bindest re kiriye. Tenê bi çanda aşitî û diyalogê dikare şert û mercên ku rê li ber cîhaneke din vekin, bên afirandin. Tevgera siyasî ya Kurd di vî alî de gavên girîng avêtiye."

Donatella Della Porta kî ye?

Civaknasa navdar a Îtalî (1956) Donatella Della Porta, bi xebatên xwe yên li ser tevgerên civakî, tundiya siyasî û demokrasiyê tê naskirin.

Wê li Parîsê master û li Enstîtuya Zanîngeha Ewropayê ya li Floransayê doktoraya xwe qedandiye.

Della Porta, ku yek ji lêkolînerên sereke yên tevgerên civakî yên cîhanê tê hesibandin, ji sala 2015an vir ve li Scuola Normale Superiore profesor e û di heman sazî de rêvebera navenda lêkolînê ya COSMOSê ye.

Della Porta xwediyê nêzîkî 100 pirtûkan e û xelatên girîng ên wekî Mattei Dogan û Alexander von Humboldt wergirtiye; di sala 2022an de jî mîna endama rûmetî li Akademiya Huner û Zanistên Amerîkî hate hilbijartin.