‘Cînayeta nijadperestî dixwazin wekî cînayeta edlî nîşan bidin’

Qetilkirina muzîkjenê kuçeyê Cîhan Aymaz ku ji aliyê nîjadperestekî Tirk ve ji ber strana "Ez bimirim Tirkiyeya min" negotibû, weke dozeke edlî tê nirxandin. Ferzkirina "Ez bimirim Tirkiyeya min" di zabitnameyan de cih negirtiye.

Muzîkjenê kolanan Cîhan Aymaz di 3'ê Gulana 2023'an de li ber Keştîgeha Kadikoyê ji ber ku nexwestibû strana "Ez dimirim, Tirkiyeya min" bistrê ji aliyê nîjadperestê tirk Mehmet Caymaz ê ku ji 14 sûcên cuda qeyda wî heye, hatibû qetilkirin. Tevî îfadeyên bi israr ên şahidan, "Ez bimirim Tirkiyeya min" di zabitnameyan de nehate nivîsandin.

Li Enqereyê jî muzîkjen Onûr Şener ji ber ku strana ‘Ez bimirim Tirkiyeya min’ nestrabû hatibû qetilkirin. Salek piştî qetilkirina Onûr Şener, li Kadikoya Stenbolê jî bi heman sedemê muzîkjen Cîhan Aymaz hate qetilkirin.

Parêzerê malbatê Muslum Kocaoglû ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ev cînayet bi plansazî hatiye kirin û got” Dema mirov li îfadeya kujer Mehmet Caymaz dinihêre dibîne ku ev kes dizanin Cîhan û hevalên wî yên muzîsyen li ku derê û bi tarzeke çawa muzîkê dikin.”

Parêzer Kocaoglû diyar kir ku him kujer û him jî şahidan diyar kirine ku strana hatiye xwestin strana ‘Ez bimirim Tirkiyeya min e’ lê ev tişt di zabitnameyan de nehatiye nivîsandin. Parêzer Kocaoglû diyar kir tê xwestin ku ev cînayeta nijadperest wekî cînayeteke edlî were nîşandan.

KUJER BI AMADEKARÎ HATIYE WÊ DERÊ

Kocaoglû wiha got: "Kujer mîna ku bi amadekarî hatiye wê derê. Mîna ku Cîhan nas dike û bi qestî tê wir. Di îfadeya xwe de dibêje ‘Li Kadikoyê komek bi saz û orgê, muzîkê dikin, ev kes duh jî li wir bûn.’ Kujer ji Cîhan dixwaze ku strana ‘Ez bimirim Tirkiyeya min lê bide’ lê Cîhan naxwaze li stranê bide. Şahid jî diyar dikin kujer ji Cîhan xwestiye ku stranekê bibêje.Piştre dema min şahidên bûyerê dît, şahidan gotin ‘Me got strana ku dixwest Cîhan lê bide, strana ez bimirim Tirkiyeya min bû lê polîsan di îfadeyê de nenivîsandine. Polîsan bi qestî ev stran di îfadeyê de nenivîsandine. Lê ne carekê gelek caran ev stran tê xwestin. Dema ku Cîhan dibêje wê vê stranê lênede, kujer çêran li wî dike, kêrê ji bêrîka xwe derdixîne û li dilê Cîhan dide.”

KUJER NE POŞMAN E

Parêzer Mûslûm Kocaoglû diyar kir ku kujer Mehmet Caymaz di 14 sûcên cuda de dosyeya wî heye û nû ji girtîgehê derketiye, ji cinayeta ku kiriye poşman nîne. Kocaoglû got “Daxuyaniyên şahidan hene, hevalên Cîhan yên muzîkjen jî li wir bûn. Di îfadeya xwe de nabêje çi stranê dixwaze, dibêje strana ku ez dixwazim lê nexistiye. Dibêje ku 5 kesan êrîşî wî kirine û wî ji bo xweparastinê kêr kişandiye. Lê ne wisa ye, Cîhan bi derbeke xurt a ji dilê xwe jiyana xwe ji dest dide. Piştre kujer ji bo ku neyê lînçkirin xwe diavêje behrê.”

‘MALBAT CÎNAYETÊ QEBÛL NAKE’

Koçaoglû, anî ziman ku malbata Aymaz hîna jî nekarîne şoka ku jiyaye derbas bikin û got “Cîhan li kolanan hunermendiyê dike. Demeke dirêj e li wê herêmê muzîkê dike û zirar nedaye kesî û nehatiye dîtin ku bi kesî re nîqaşê jî bike. Malbat hê jî nehatiye ser hişê xwe. Ev ne cînayeta pêşîn e ku ji ber hunermend strana ‘Ez ê bimirim Tirkiyeya min’ negotine, hatine qetilkirin. Divê têkoşîneke piralî were kirin.”