Serokê Koma Çep a Meclisa Parlamenterê Konseya Ewropayê û cigirê Serokê MPKE’ê Tîny Kox di lijneya giştî de axivî û balkişand ser parlamenterên girtî yê Tirkiyeyê û got derfet ji bo parlamenteran nayê dayîn ku peywira xwe bînin cih. Ji CHP’ê Endama Komîsyona Çapemenî û Perwerdehiyê ya MPKE’ê Gulsun Bîlgehan ji MPKE’ê ji bo ku rojnamegerê girtî serbest bên berdan alîkarî xwest.
Li ser navê koma Çep a MPKE’ê (Meclîsa Parlementerên Konseya Ewropayê) Tîny Kox axivî û wiha got: “Kalîteyeke parlamentoyê heye. Divê berpisyariyên xwe bînin cih.”
Kox wiha pê de çû: “Tişta ku ez besh dikim rewşa Tirkiyeyê ye. parlamenterên ku hatine hilbijartin li şûna ku niha divê li parlamentoyê bin di girtîgehan de ne. Li Îsraîlê jî nêzî 20 hilbijarteyên Fîlîstînê niha girtî ne. Peywira me ne ku divê em li dijî vê bin.”
Kox da zanîn ku wekîlên BDP Ertugrul Kurkçu û gelek hevalên wan yên din ku endamên koma wan in li şûna bêhilên xebatên xwe bikin riya girtîgehê ji bo wan vedikin û got divê li dijî vê bê helwest bê nîşandan.
Kox wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê parlamenter li şûna ku bibin encamên girtîgehê bibin endamên meclisê. Dewleta tirk divê baldar be, li dijî vê rewşa heyî mirov nekarin bisekinin.”
JI BO ROJNAMEGERÊN GIRTÎ ALÎKARÎ
Ji CHP’ê Endama Komîsyona Çapemenî û Perwerdehiyê ya MPKE’ê Gulsun Bîlgehan ji bo ku rojnamegerên girtî bigihêjin azadiya xwe ji MPKE’ê alîkarî xwest.
Bîlgehan wiha got: “Dema ez ji dayik bûm bavê min (Metîn Toker) ji ber nivîsên desthilatdariya demî rexne dikir dinivîsî du salan di girtîgehan de ma. Ya mirov xemgîn dike eve k udi navberê de evqas dem derbas bû ev rewş li Tirkiyeyê hêj didome. Bi dehan rojanemger girtî ne. Li Tirkiyeyê rojnamegr ji ber ku doza kurd diparêzin tên girtin. Ez ji vir bang li MPKE’ê dikim. Ji bo ku ev rojnameger azad bibin divê berpirsyariyê bigirin ser xwe.