Çîçek ji bo betalkirina wekîltiya Aktaşê BDP’yî bi biryar e

Çîçek ji bo betalkirina wekîltiya Aktaşê BDP’yî bi biryar e

Piştî dosyaya ji bo betalkirina Parlementerê Wanê Kemal Aktaş ê girtî çû ber destê Meclîsê, Hevserokên BDP’ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş bi Serokê Meclîsê Cemîl Çîçek re hevdîtinek pêk anîn. Hevserokên BDP’ê ji Çîçek xwestin ku biryara dadgehê ya der barê Aktaş de ji dema dawî ya Meclîsê re bihêle, Çîçek jî da diyarkirin ku dema pêjavoya darazê bi encam bibe, ew nikare dosyayê ji dema dawiyê re bihêle.

Dadgeh Bilind a Tirk, 2 sal û mehek cezayê girtîgehê yê li Parlementerê Kurd ê Wanê Kemal Aktaş hatibû birîn erê kir. Dosya hat ber destê Serokatiya Meclîsa Tirkiyeyê. Demîrtaş û Kişanak duh êvarê bi Serokê Meclîsê Cemîl Çîçek re hevdîtin pêk anîn.

Hevserokên BDP’ê ji Çîçek xwestin ku biryara dadgehê ya der barê Aktaş de ji dema dawî ya Meclîsê re bihêle, Çîçek jî da diyarkirin ku dema pêjavoya darazê bi encam bibe, ew nikare dosyayê ji dema dawiyê re bihêle.

Ger parlementeriya Aktaş were betalkirin, dê êdî rê li ber betalkirina parlementerên din ên BDP’ê yên ku rewşa wan wek Aktaş in jî vebe.,