CHP’ê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bernameyek ji 10 madeyan pêk tê amade kir û pêşkêşê Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Cemîl Çîçek kir. Di nava pêşniyarên CHP’ê yên ji 10 madeyan pêk tê de avakirina Komîsyona Lihevhatina Civakî û Koma Aqilmendan jî hene.
CHP’ê 10 madeyên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd amade kiriye, pêşkêşê Serokê Meclîsê Cemîl Çîçek kir. Her 10 madeyên di CHP’ê pêşkêşê meclîsê kir wiha ne:
1-Pirsgirêka Kurd her tim li welatê me di rojeva destpêkê de bi berdewamî cih digire. Ji ber çaresernekirina vê pirsgirêkê, bûyerên tundiyê û çalakiyên terorê berdewam dikin. Her roj wendahiyên canî çêdibin, her tim çavkaniyên aborî û beşerî yên welatê me ziyanê dibînin.
2-Dîroka Komarê ji delîlên piştras dikin ku pirsgirêka Kurd tenê bi polîtîkayên ewlekariyê nikare were çareserkirin tije ye. Li gorî daneyên Serfermandariya Giştî, di navbera salên 1984 û 2009 tam 11 hezar û 735 endamên hêzên ewlekariyê yên me, nêzî 30 hezar endamên PKK’ê û welatiyên me yên sivîl jiyana xwe ji dest dane. Kesên di encama kuştinên failî meçhûl de jiyana xwe ji dest dane ne di nava vê hejmarê de ne.
3- Ji ceribandin û erzmûnên bi êş aşkere bûye ku pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên ewlekariyê çareser nabe. Pêwîstî bi alternatîfên cûda hene û ev yek êdî nikare were taloqkirin. Ji bo vê jî, divê ji bo pêkhatina çareseriyeke demokratîk a ku bikare aşitiya civakî pêk bîne qada siyasî ji nû ve were sererastkirin û navîngên (amûr) nû bikevin dewrê. Heta roja îro, polîtîkayên pêşîlêvekirinê yên di demên hikûmetên cûda de li gorî dihat xwestin encam nedane.
4- Navnîşana bingehîn a çareseriya pirsgirêkên welat û hemû civakê eleqeder dikin TBMM (meclîsa Tirkiye) ye. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd jî pêwîstî bi lihevhatineke neteweyî heye.
5- Civak dixwaze ji bendbendî û aloziya ku bi berdewamî rê li ber çaresernekirinê vedike, rizgar bibe, û ji bo êdî mirovên me jiyana xwe ji dest nedin, ji bo pêkhatina aşitî, aramî, ewlehî, çareseriyek dixwaze.
6- TBMM’ya ku ji bo mijara herî girîng a ji bo lihevhatina civakî ango makeqanûnê, xebatê daye destpêkirin û ji bo lihevkirinê dest bi lêgerînan kiriye. Ger TBMM ji bo pirsgirêka Kurd jî xebateke wiha nede/ nikare bide meşandin, ev yek jî nayê qebûlkirin.
7- Ji ber van nêrîn û sedeman, em pêwîstî pê dibînin ku di bin çavdêriya (kontrol) TBMM’ê de ji bo pirsgirêka Kurd pêvajo û mekanîzmayek bê avakirin. Armanca me ya vê pêşniyarê ew e ku; di navbera partiyên siyasî de ji bo hevdîtina bi awayeke raste rast û berdewam derfet bê afirandin; cûdahiyên di nêrîn û nêzîkatiyên xwe de kêm bikin, zimanê lihevkirinê yê siyasî û bingeha çareseriya demokratîk bê avakirin. Em hêvîdar in ku êdî ev pirsgirêk bi vî awayî nabe sedema polemîk, ji qewet xistina hev du, serdestî û binxistina hev du.
8-Pêşniyara me, ew e ku di bin banê Meclîsê de Komîsyona Lihevhatina Civakî û di qada sivîl de, Komek Aqilmendan a bi Meclîsê ve girêdayî û bi koordîne xebatên xwe dimeşîne werin avakirin.
9- Komîsyona Lihevhatina Civakî dê bi awayeke wekhev ji heşt kesên ji partiyên komên wan di meclîsê de hene pêk bê. Koma Mirovên Aqilmend a ku dê ji bo vê komîsyonê bibe alîkar jî, dê bi pêşniyarên partiyên siyasî bi awayek wekhev ji 12 endaman pêk bê. Komîsyona Lihevhatina Civakî dê li gorî qûral û rêbazan rola Koma Aqilmendan jî diyar bike.
10- Dê pêşketin û fonksiyona pêvajoya lihevhatina civakî were destnîşankirin.