Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê û Parlementerê Stenbolê Gursel Tekîn bal kişand ser daxuyaniya “Bila êdî dayîk negirîn” a Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû û diyar kir; “Her çendî çapemenî veşêre jî, lê di van sê mehên dawiyê de zêdetirê 150 leşkerên me şehîd bûne û dayîk digirîn.
Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê û Parlementerê Stenbolê Gursel Tekîn li bajarê Tirkiye Bûrsayê beşdarî dawetek bû û bersiv da pirsên rojnamevanan. Tekîn bal kişand ser gotûbêjên der barê “kurtajê” de jî û got; “Birêz Serokwezîr, Qilabanê wekî komkujikeê nedît. Wezîr û berdevkê partiyê her yek tiştek dibêjin. Serokwezîr bi şibandina kurtaj û Qilabanê, Qilabanê weke komkujî dît. Ji ber wê ger komkujî hebe, berpirsê wê birêz Serokwezîr e.”
Tekîn destnîşan kir ku divê êdî parlemento dest li vê pirsgirêkê werbide û diyar kir ku ji bo meclîs bikare tişta dikeve ser milên xwe pêk bîne, hin pêşniyarên CHP’ê hene. Tekîn got ku heta niha tu deng ji partiya desthilat a AKP’ê nehatiye û wiha berdewam kir; “Em ê bersiva Serokwezîr bibînin. Beriya niha jî hewl dan. Di bin navê “pêşîlêvekirina” Kurd de. Piştre navê wê guhertin. Dîsa hevdîtinên Osloyê çêbûn”. Tekîn got; “Ji bo em jî weke muxalefeta sereke feydeyek bidin çareseriyê, me ev pêşniyarên xwe kirin.
Gursel Tekîn bal kişand ser gotûbêjên der barê “kurtajê” de jî û got; “Birêz Serokwezîr, Qilabanê wekî komkujikeê nedît. Wezîr û berdevkê partiyê her yek tiştek dibêjin. Serokwezîr bi şibandina kurtaj û Qilabanê, Qilabanê weke komkujî dît. Ji ber wê ger komkujî hebe, berpirsê wê birêz Serokwezîr e.”