Ceza li Tûglûk a rehîn girtî hate birîn

Salek û 8 meh ceza li Parlementera berê ya HDP’ê Aysel Tûglûk a ku rehîn girtiye hate birîn.

Parlamentera HDP’ê ya berê Aysel Tûglûk di girtîgehê de girtî tê darizandin. Bi îdîaya ku Tûglûk di salên navbera 2012 û 2013’an de du caran “propaganda rêxistinê kiriye” doz hatibû vekirin.

Rûniştina biryara doza Tugluk li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat lidarxistin. Tûglûk a ku ji dozek din li Girtîgeha Kandirayê ya Jinan tê ragirtin, bi riya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî dozê bû.

Tûglûk parastina xwek ir û tawanbariya li ser xwe red kir.

Dadgehê bi îdîaya “propaganda rêxistinê” salek û 8 meh cezayê hefsê li Tûglûk birî.