Alîkarê Musteşarê berê yê MÝT’ê Cevat Oneş diyarkir ku, ger AKP pirsgirêka Kurd çareser neke wê Tirkiye perçe bibe. Musteşarê teqewitbûyî yê MÝT’ê Cevat Oneş di hevpeyvînek ya ku li Înternethaberê de hate belavkirin diyarkir ku, Tirkiye ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd amadeye. Li pêş Tirkiyê firsendek dîrokî heye lê belê dem pir teng û kine. Ger vê carê Erdogan pirsgirêka Kurd çareser neke wê Tirkiye perçe bibe. Lê belê beriya hemûyan jî wê AKP perçe bibe.
Alîkarê Musteşarê berê yê MÎT’ê Cevat Oneş dibêje, îro hêviyek çareseriyê avabûye, lê ger bersiva vê hêvî û baweriyê neyê dayîn wê cardin siyaseta Kurdberê xwe bide daxwazên li ser hîmê dewletek serbixwe. Wê ev daxwaziya Kurdan di destê hêzên biyanî de jî bibe amrazek.
‘GER PIRSGIRÊKA KURD NEYÊ ÇARESERKIRIN DÊ TIRKIYR PERÇE BIBE’
Li ser pirsa ma gelo wê perçebûna nava AKP’ê de jî ji ber sedema pirsa Kurd be, Oneş dibêje; “Hêza AKP’ê ji wê tê ku xwe weke nûnerê hemû beşên mexdûr dibîne. Her wiha piştgiriya ku digre vê hêzê dide AKP’ê. Kurd jî beşek ji vê ne. Ger Erdogan pirsgirêka Kurd çareser neke wê Tirkiye bikeve nava zoriyê. Îro krîza aborî ya li Ewropayê bandorê li Tirkiyê jî dike. Di dema pêş de dibe ku zêdetir jî bandor bike.
Dîsa ger ev pirsgirêk çareser nebe, wê makezagona nû jî nekare bersiva daxwaziyên demokratîk bide. Em baş dizanin ku tevgerên siyasî yên nekarin bersiva daxwazên gel bidin ji aliyê civakê ve ji holê tên rakirin. Ji ber vê AKP neçare ku bersiva van daxwazan bide. Ger wiha nebe wê pirsgirêkên nav partiyê jî zêde bibin û wê rexne her biçe zêdetir bibin.”
Oneş destnîşan dike ku, “Guhertinên ku niha di mijarên kurtaj, sîstema dibistanan û yên din de tên kirin daxwaza beşên radîkal yên oldaranin. Li ser van xalan xebatên berfereh hene. Lê belê ev daxwazên demî ne. Ya esasî daxwazên guhertina demokratîke ku AKP neçare vê yekê bibîne.”