Piştî gefên Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan yên li ser çapemeniyê nivîskarek din ji karê xwe bû. Cevat Aşkin bi nivîsa xwe ya ‘xatirê’ di derbarê nivîsên xwe yên di Rojnameya Radîkalê de ragihand ku, ‘bibiryarekî şexsiye’ dawî li nivîsên xwe aniye.
Cevdat Aşkin di nivîsa xwe ya “xatirê” ya îro de li gel qutbûna karê xwe yê Midûrtiya Karê Nivîsan yê Rojnameya Radîkalê jî ragihand ku, dawî li weşanên ‘Rojnivîsên Bakûrê Iraqê’ yên di Cotmeha 2007’an di rojnameya Referans destpê kirî û ji Cotmeha 2010’an ve jî di malpera rojnameya Radîkalê de bidawî bûne.
ERDOGAN AXIVÎ, ROJNAMEVAN YEK BI YEK JI KARÊN XWE DERKETIN
Di van salên dawî de ji ber gefên Erdogan gelek rojnamevan bi hincetên cûda ji kar hatin derxistin, yan jî zext li ser kirin ku îstîfa bikin. Hinek caran jî sansûr danîn ser rexneyên li ser hikumetê.
Rojnamevanên ji weşanên programê hatine derxistin: Banû Guven, Can Dundar, Ayşenur Arslan, Zekeriya Beyaz, Banû Avar, Mehveş Evîn-Mûrat Sabûncû, Hulkî Cevîzoglû, Nîhat Genç, Amberîn Zaman, Rûhat Mengî, Rûşen Çakir, Ûgûr Dundar, Ergun Babahan, Levent Kirca.
Rojnamevanên dawî li nivîsên wan anîn: Yildirim Turker, Nuray Mert, Alî Akel, Ece Temelkuran, Serdar Akinan, Tûfan Turenç, Mehmet Altan, Ergun Babahan, Necatî Dogrû (neçarman îstîfa bikin), Bekîr Coşkûn, Mîne Kirikkanat, Emîn Çolaşan, Tûna Kîremîtçî, Ozdemîr Înce, Cuneyt Ulsever, Andrew Fînkel.
Rojnamevanên sansûr danîne ser nivîsên wan: Tarhan Erdem, Emre Akoz, Ozlem Albayrak, Nazli Ilicak, Bejan Matûr, Fîkrî Ayuz, Sabahattîn Onkîbar, Ahmet Taşgetiren, Mehmet Faraç.