Çeteyan bi wesayîta bombebarkirî êrîş kirin

Çeteyan bi wesayîta bombebarkirî êrîş kirin

 Li Girkê Legê dewriya YPG'ê ku ji bo ewlekariya herêmê digeriya, rastî êrîşa bombeyî hat. Di encamê de 5 şervanên YPG'ê birîndar bûne.

Li gorî agahiyên ji navenda çapemeniyê ya YPG'ê hatiye girtin îro saet di 20:00'an dema wesayîteke YPG'ê ku bi armanca parastina ewlekariya herêmê derketibû dewriyê, li nêzî gundê Girê Fatê ya girêdayî Girkê Legê digeriya, ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve rastî êrîşa bi wesayîta bombebarkirî hat. Di encama teqînê de 5 şervanên YPG'ê birîndar bûn.