Cesedê welatiyê di bin hedimê de ma hate dîtin

Cesedê welatiyê di bin hedimê de ma hate dîtin

Li Qada Înonu ya Enqereyê di xebatên METRO de hedimîn pêk hat û welatiyê bi navê Kadîr Sevim di bin hedimînê de ma. Piştî lêkolînê cesedê Sevîm hate dîtin.

Serê sibê li qada Înonu ya Enqereyê di înşaeta METRO'yê de hedimîn pêk hat. Di hedimînê de welatiyê bi navê Kadîr Sevîm di bin hedimînê de ma. Cesedê Sevîm ku bi qasî kîlometreyekê hate xişikandin li nêzî Wezareta Perwerdehiya Neteweyî hate dîtin. Cesedê Kadir Sevîm bi maşîneya cenaze şandin Saziya Edlî ya Tipê.