Cenazeyên gêrîlayan li MorgaAsrî ya Edeneyê tên rawestandin

Cenazeyên gêrîlayan li MorgaAsrî ya Edeneyê tên rawestandin

Cenazeyên 4 gêrîlayên HPG'ê ku di çalakiya li hemberî Qereqola Şitazin ya li herêma Oremar ya Geverê pêk hat de jiyana xwe ji dest dabûn, piştî otopsiyê birin morga Goristana Asrî ya Edeneyê û li wir tên rawestandin.

Cenazeyê 4 gêrîlayên ku di çalakiya di 19'ê Pûşberê li hemberî Qereqola Şitazin ya li herêma Oremar ya girêdayî Gevera Colemêrgê duh serê sibê ji bo otopsiyê anîbûn Saziya Edlî Tipa Edeneyê. Piştî otopsiyan bi biryara dozgeriyê cenaze birin morga Goristana Asrî ya Edeneyê u li wir tên rawestandin. Hate îdîakirin ku, heta niha ji bo cenazeyan serlêdan pêk nehatiye.