Cenazeyên gerîlayan bêyî agahiya malbatan li Goristana Bêkesan hatin veşartin

Cenazeyên gerîlayên ku li qadên bejahî yên Şirnexê di demên cuda de di şer de şehîd bûne, bêyî agahiya malbatên wan li Goristana Bêkesan hatin veşartin.

Li deverên çiyayê Cûdî û Gabarê yê Şirnexê di şerên diqewimin de û endamên HPG'ê yên şehîd dibin, radikin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Hat zanîn ku cenazeyên hejmara wan nayê zanîn û ev demek bû li li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dihatin ragirtin, bêyî agahî bidin malbatên wan li Goristana Bêkesan a taxa li Bahçelîevler ya Şirnexê ji aliyê polîsan ve hatine veşartin.

Nehat zanîn ku çend cenaze hatine veşartin.

Li aliyê din li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê di pevçûna ku di 3'ê Kanûnê de li Çiyayê Gabar şer qewimîbû û tê gotin ku 4 endamên HPG'ê şehîd bûne, ji ber ku hatine şewitandin nehatin teşhîskirin. Malbatên ku cenazeyên zarokên xwe teşhîs nekirin, ji bo DNA'yê nimûneya xwînê dan.