Cenazeyên du gerîlayan ji aliyê hezaran ve hatin rêwîkirin

Cenazeyên du gerîlayan ji aliyê hezaran ve hatin rêwîkirin

2 cenazeyên gerîlayan bi girseyî hatin rêwîkirin

- Cenazeyê gerîlayên Kurd Askerî Mengî li navçeya Hênêya Amedê û Murat Aça li navçeya Bîsmîlê ya Amedê ligel astengî û dorpêça polîsan, ji aliyê hezaran kesan ve hatin definkirin. Girseyên tev li merasimên cenazeyan bûn bê navber sloganên "Şehîd namirin" berz kirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Askerî Mengî (Serxwebûn) ku di 4'ê Cotmehê de li Xerpêtê di şer de jiyana xwe ji dest da li navçeya Hênêya Amedê ji aliyê hezaran kesan ve bi dirûşmeya "Şehîd namirin" spartin axê. Malbata Mengî duh cenazeyê kurê xwe ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê wergirtin û anîn navçeya Haniyê.

Cenazeyê Mengî li navçeya Erxeniyê bi girseyî hate pêşwazîkirin û bi karwanekî mezin birin navçeya Hênê. Cenazeyê gerîla Mengî li navçeya Hênê ji aliyê hezaran kesan ve hate pêşwazikirin. Piştî ku li mizgefta navendî wecibeyên olî pêk anîn. Darbesta gerîlayê Kurd Mengî bi ala PKK'ê pêçan û danîn ser milê xwe. Girseyê di meşê de alên kesk, sor û ser rakirin û darbesta gerîla li ser milê xwe kirin û heta taxa Zîrve meşiyan. Girseyê di meşê de bê navber sloganên "Şehit namirin", "Bijî Serok Apo" berz kirin.

Bi hezaran kesên li Gorristana Caferi Tayyar kom bûn bi sloganan cenazeyê Mengî spartin axê. Girseyê piştî cenaze defin kirin ji bo kesên di têkoşîna aştî u demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Girseyê bê navber dirûşmeyên "Şehît namirin" berz kirin. Li ser gorê bavê Mengi Mahmut Mengî, diyar kir ku tenê ne kurê wî ye û kure gelê kurdistanê yê bi şeref e.

Mengî xwest demek beriya demekê aştî pêş bikeve. Piştî definkirinê bi hezaran kes heta konê sersaxiyê yê taxa Navende meş pêk anîn û konê sersaxiyê ziyaret kirin.

CENAZEYÊ GERÎLA AÇA DI DORPÊÇA POLÎSAN DE SPARTIN AXÊ

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Murat Aça (Sexwebun) ku di 3-4'ê Cotmehê de li Sêrtê di şer de jiyana xwe ji dest dan, li bajaroka Embarê defin kirin. Malbata Aça, duh cenaze ji Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê wergirtin û duh anîn Amedê. Karwanê, cenazeyê Aça, duh hat taxa Esentepe ya Bismilê. Cenaze piştre birin Mizgefta Hezretî Ebubekir û îro serê sibê cenaze anîn Bajaroka Ambarê ya Bîsmilê.

Cenazeyê gerîal Aça di dorpêç û astengiya polîsan de li Gorristana Bajarokê ji aliye hezaran kesan ve hate definkirin. Girseya ku xwest cenaze di nava bajarê Bîsmîlê re derbas bike û polîsan de alozî derket. Polîsan xwest li Mizgefta Hazreti Ebubekir ya Esentepe mudaxaleyî girseyê bike. Lê ciwanan bi fîşekên hewayî mudaxaleyî girseyê kir. Gelek maşîneyên zirxî yên hêzên çevîk jî veguhestin herêmê. Piştî ku rêveberên BDP'ê bi Qeymeqamê Bîsmîlê re ketin nava diyalogê û cenaze hiştin serê sibê. Cenaze bi karwanekî mezin serê sibê anîn Bajaroka Ambarê

Di merasimê de polîsekî ku wekî Cîgirê Midûrê Polîsan ê Amedê dihat nasîn gef li her kesî xwar û diyar kir ku her tişt ji wî tê xwestin û ew berpirsiyarê her tiştî ye. Polis gefa "Ger ku hûn bi xwe dibin cenaze dispêrin axê biçin, ger hûn naçin ez dê bi destê xwe cenaze ji mizgeftê wergirim û bibin bispêrim axê. Lê malbatê jî ji bo ku bûyer zêde nebin cenaze wergirt û birin Embarê. Girseyê cenazeyê gerîla Aça danîn ser milê xwe û sloganên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" berz kirin û heta gorristanê meşiyan. Piştî girseyê cenzae defin kir, rêz girtin û dirûşme berz kirin.

AÇA: BI GOTINA BILA WELAT SAX BE PIRSGIRÊK ÇARESER NABE

Hevserokê BDP'a Bîsmîlê Nizamettin Aza, ji ber sekn û lêxwedîderketina gel spasiyên xwe anîn ziman û diyar kir ku ew dê têkoşîn û doza wan bilind bikin. Aza, anî ziman ku we dê doza Rêber û şehîdên xwe berdewam bikin. Bavê gerîla Aça Aça jî got bila serê hemû gelê kurd sax be û wiha got: "Muradê min hej 22 salî bû û di bihara temenê xwe de bû. Kezeba min dişewite. Li gel vê êşê ez dixwazim ev şehîdê dawî be. Em dixwazin ev şehîdê aştiyê be. Ez bang li dayikên tirk dikim û dibêjim bi gotina "Bila welat sax be pirsgirêk çareser nabe."

Li aliyê din esnafên Bîsmîlê ji bo helwesta polîsan şermezar bike û şîna xwe bîne ziman dikanên xe venekirin.