Cenazeyê 5 gêrîlayên ku di pevçûna li Colemêrgê de jiyana xwe jidest dan li morga asrî ya Edeneyê tên rawestandin.
Cenazeyên 4 gêrîlayên ku di çalakiya li dijî qereqolên Şitazina li herêma Oremarê ya 19'ê Hezîranê de jiyana xwe jidest dabûn 22'ê Pûşperê anîbûn morga Saziya Edlî Tiba Edeneyê. Cenaze piştî karûbarên otopsiyê bi biryara dozgeriyê birin morga goristana Asrî ya Edeneyê. Ji hêla din ve jî cenazeyekî gêrîlayê HPG’ê ku hat îdîakirin ji Dêrsimê hatibû ji Colemêrgê anîn Edeneyê û xistin morga goristana asrî ya Edeneyê. Bi vî awayî hejmara cenazeyên li morga goristana asrî ya Edeneyê tên rawestandin derket 5'an.
Malbatên gêrîlayên hatin Edeneyê jî ji ber cenaze tev hatine şewitandin nekarîn zarokên xwe nas bikin. Cenazeyên hê nehatine naskirin li morga goristana Asrî ya Edeneyê tên rawestandin. Welatiyan jî diyar kirin ku, ji ber li morgê hewayê sar kême bêhn bi cenazeyan ketiye.