Cenazeyên 3 gêrîlayan anîn Edeneyê

Cenazeyên 3 gêrîlayan anîn Edeneyê

Cenazeyên 3 gêrîlayan di pevçûna navçeya Kirikhanê ya Hatayê de jiyana xwe ji dest dan, anîn Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê.

Di 30'ê îlonê de gêrîlayên HPG'ê li hemberî Qereqola Cendirmeyan ya Guzelceyê ya navçeya Kirikhanê ya Hatayê êrîşek pêk anîn. Piştî êrîşê pevçûn derket û di pevçûnê de gêrîlayên HPG'ê Fîraz Xelîl (Serfînaz Cûdî) û Mehmet Arîf Ateş (Sabri Dogan) jiyan xwe ji dest dan. Cenazeyên 2 gêrîlayan bi cenazeyê gêrîla Kudbettîn Gunduz (Siyabent Varto) yê ku di 29'ê îlonê de li Zozana Gormelî ya Kirikhanê jiyana xwe ji dest da anîn Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê.

Malbata gêrîla Siyabent Varto ji bo cenazeyê kurê xwe bigire hate Edeneyê.