Cenazeyên 2 gêrîlayan hat naskirin

Cenazeyên 2 gêrîlayan hat naskirin

Malbatên gêrîlayên HPG'ê Aysel Dik (Xemlîn Başkale) û Saynur Tursu (Sozar Feraşîn) ku di operasyona li gundên Oremar û Şitazinê ya Gevera Colemergê jiyana xwe ji dest dan hatin kirin. Cenazeyên li Morga Asrî ya Edeneyê jî nehat naskirin.

Di 19'ê Hezîranê de li Oramarê û Şitazinê ya Geverê operasyon pêk hat û di operasyonê de 14 gêrîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên gêrîlayan birin Saziyên Tipa Edlî yên Meletî û Edeneyê. Malbatên 2 gêrîlayan cenazeyên zarokên xwe nas kirin. Malbata gêrîla Ubeydullah Arik (Adil Çawşîn), Aysel Dik (Xemlin Başkale) yên ji Wanê û malbata gêrîla Saynur Tursu (Sozar Feraşîn) ya ji Bedlîsê serî li Dozgeriya Komarê ya Meletiyê dan. Malbatan piştî serî li dozeriyê dan cenazeyên gêrîla Sozar û Xemlîn hatin nas kirin. Malbata Arik jî cenazeye xwe nas nekir. Malbata gêrîla Xemlîn dema cenaze teşhîs kir ji ser xwe çûn. Malbata Arik jî ji bo teşhîsê û testa DNA'ayê xwîn da. Hate zanin ku piştî testan malbat dê karibin cenazeyên xwe wergirin.

Malbata gêrîla Xemlîn piştî cenaze wergirin dê li Kanîşera Elbaka Wanê, malbata gêrîla Sozar jî de li Sultan Gazî ya Stenbolê cenazeyên zarokên xwe defin bikin.

Malbatên gêrîla Rifat Ilgaz û Ubeydullah Arik jî ji bo testê xwin dan Saziya Tipa Edli.

Malbatên 4 gêrîlayên HPG'ê jî ji bo cenazeyên zarokên xwe teşhîs bikin di nava hewldanan de ne. Malbata gêrîla Rifat Kizıil (Çekdar Amed) serê sibê çûn Saziya Tipa Edlî û ji bo testa DNA'ê xwîn da. Malbata gêrîla Aysel Dik (Xemlin Başkale) û Ubeydullah Arik (Adıl Çavşin) serê sibê hatin Edeneyê. Malbatên çûn morgê di teşhiskirina cenazeyan de zahmetî kişandin.

'TESTA DNA'YA CENAZEYAN HATIYE KIRIN'

Xebatktarê MEYADER'ê yê Wanê Koçeri Bozkurt, anî ziman ku hin malbat hatin Edeneyê û hin malbat çûn Meletiye. Bozkurt, anî ziman ku berê çûn Saziya Tipa Edlî û pişt re çûn Morga Goristana Asrî. Bozkurd, anî ziman ku hemû cenaze bûbûn wekî ariyê û wiha got: "Polisan got "Berê testa DNA ye hatiye kirin. Li vir cenazeyê 5 zilaman heye."

Li aliyê din naskirina gêrîlayekî ku li Goristana Asrî ya Edeneyê tê girtin nehat kirin.