Cenazeyê siyasetmedarê Kurd Cemal Kavak ê ku li bajarê Însbruckê yê Awusturya dawî li jiyana xwe anî, anîn Stenbolê.
Cenazeyê Siyasetmedarê Kurd Cemal Kavak ê ku li bajarê Însbruckê yê Awusturyayê dawî li jiyana xwe anî, anîn Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê.
Cenazeyê Kavak ji aliyê Hevserokên Rêxistina BDP'ê yên Stenbolê Asiye Kolçak û Alî Riza Bîlgîlî, endamên Meclîsa BDP'ê, rêveberên BDP'ê yên bajar û navçeyan ve hate pêşwazîkirin. Cenazeyê Kavak dê bi balafira saet di 19.30'an bişînin Êlihê.