Cenazeyê Nagîhan Akarsel ber bi gundê wê ve hate şandin
Cenazeyê Nagîhan Akarsel ku li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê hate qetilkirin, ber bi gundê Xelîkan ê navçeya Cîhanbeylî ve hate şandin.
Cenazeyê Nagîhan Akarsel ku li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê hate qetilkirin, ber bi gundê Xelîkan ê navçeya Cîhanbeylî ve hate şandin.
Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê û edîtora Kovara Jineolojiyê akademîsyen-rojnamevan Nagîhan Akarsel di 4'ê Cotmehê de li ber mala xwe di encama êrîşa çekdarî de hatibû qetilkirin. Otopsiya cenazeyê Akarsel li Naxweşxaneya Bajêr a Konyayê temam bû.
Xizmên Akarsel cenaze wergirtin û ji bo veşartinê birin gundê Xelîkan ê navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê.
Tê payin ku cenazeyê Akarsel saet di 14:30'î de bigihêje gund.