Cenazeyê gêrîla Serfiraz hate wergirtin

Cenazeyê gêrîla Serfiraz hate wergirtin

Cenazeyê gêrîla Fîraz Xelîl (Serfiraz Cûdî) yê ku li çiyayên Amanosê yê navçeya Kirikhanê ya Hatayê jiyana xwe ji dest da, ji Morgan Saziya Tipa Edlî ya Edene hate wergirtin û ber bi Efrînê ve derxistin rê.

Malbata gêrîlayê HPG’ê Fîraz Xelîl (Serfiraz Cûdî) yê ku di 30'ê îlonê de li navçeya Kirikhanê ya Hatayê di êrîşa li dijî Qereqola Cendirmeyan ya Guzelceyê de jiyana xwe ji dest da, ji bo cenaze werbigir duh hate Edeneyê.

Malbatê bi Şaxa ÎHD'ê ya Edene û Rêxistina BDP'ê ya Edene re çûn Saziya Tipa Edlî ya Edene cenaze teşhîs kir. Serê sibê jî malbatê cenaze wergirt. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Edene Ugur Bayrak, rêveberên BDP'ê, Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Edene Şahîn Kiliç, Seroka TUHA-DER'a Edene Saniye Seçkîn û Dayîkên Aştiyê serê sibê hatin ber saziya Tipa Edlî ya Edene û cenazeyê gêrîla Serfiraz bi slogana "Şehîd namirin" oxur kirin. Hate hînbûn ku, cenaze dê bi ser Edene, Nurfagi, Komurlu û Kîlîsê derbazî Sûriyeyê bibe û li Efrînê bê definkirin.