Cenazeyê Gêrîla Sabrî hate teşhîskirin

Cenazeyê Gêrîla Sabrî hate teşhîskirin

Cenazeyê gêrîla Mehmet Eteş (Sabrî Dogan) yê ku li navçeya Kirikhanê ya Hatayê di êrîşa li dijî Qereqola Cendirmeyan ya Guzelceyê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbatê ve hate teşhîskirin.

Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Mehmet Eteş (Sabrî Dogan) yê ku di 30'ê îlonê de di êrîşa li dijî Qereqola Cendirmeyan ya Guzelceyê ya navçeya Kirikhanê ya Hatayê de bi gêrîla Fîraz Xelîl (Serfiraz Cûdî) re jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbatê ve hate teşhîskirin. Malbata serê sibê hate Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê cenaze teşhîs kir û piştî karên li dozgeriyê cenaze wergirt. Hate zanîn ku, cenazeyê gêrîla Sabrî dê li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê bê definkirin.