Cenazeyê Akarsel wê piştî otopsiyê were veşartin

Cenazeyê Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, akademîsyen û rojnamevan Nagîhan Akersel wê saet di 09:30 de ji Nexweşxaneya Bajarê Konyayê bê wergirtin û piştî karên otopsiyê li gundê wê bê veşartin.

Cenazeyê Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, Akademîsyen û Rojnamevan Nagîhan Akersel ku di encama êrîşa dewleta Tirk a 4’ê Cotmehê de li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hate qetilkirin, tê payîn ku saet di 09.30’an de cenazeye Akarsel bigihêje Nexweşxaneya Bajarê Konyayê. Piştî kar û barê otopsiyê ya Saziya Tiba Edlî (ATK) dê cenazeyê bibin gundê wê ya Golyaziya Cîhanbeyliyê. 

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek endamên partiyê ji bo beşdarî merasîma veşartina cenazeyê bibin ji Enqereyê derbasî Konyayê bûn.