Cenazeyê Çabûk ê ku li girtîgehê hatibû qetilkirin, hate wergirtin
Cenazeyê Suphan Çabûk ê ku li Girtîgeha Kalkandereyê hatibû qetilkirin, ji aliyê malbata wî ve ji Saziya Tipa Edlî hate wergirtin.
Cenazeyê Suphan Çabûk ê ku li Girtîgeha Kalkandereyê hatibû qetilkirin, ji aliyê malbata wî ve ji Saziya Tipa Edlî hate wergirtin.
Çabûk ê ku di sala 2016’an de li Amedê dîl hatibû girtin û ji 16’ê Çileya 2020’an û vir ve li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereya Rîzeyê li sirguniyê bû, hate qetilkirin. Mafê tedawiyê yê Çabûk hate astengkirin û ew rakiribûn nexweşxaneyê. Çabûk li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Ji bo otopsiyê cenazeyê Çabûk birin Saziya Tipa Edlî. Malbata wî ji Amedê çû Rîzeyê û cenaze wergirt.
Endam û rêveberên TÛAY-DER û HDP’ê jî tevî malbatê çûn Rîzeyê. Malbatê cenaze ji Saziya Tipa Edlî wergirt û ber bi navçeya Pasûrê ya Amedê kete rê.
Wê cenazeyê Suphan Çabûk li Pasûrê were veşartin.