Cemal Kavak li Innsbruckê hate bîranîn

Cemal Kavak li Innsbruckê hate bîranîn

Siyasetmedarê Kurd Cemal Kavak ê ku di 20’ê tebaxa 2012 de li bajarê Awisturya Innsbruckê dawî li jiyana xwe anî, li heman bajarî bi merasimekê hate bîranîn.

Merasim bi boneya 40 rojiya wefata Kavak, li salona Kolpinghaus a Innsbruckê hate lidarxistin. Di merasimê de Parlementerê Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) yê Agiriyê Halîl Aksoy jî amede bû.

Merasima bîranînê saet di 14.00’an de pêk hat û bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir. Di merasimê de sînevîsyona li ser jiyana Kavak û têkoşîna wî hate nîşandan. Piştre Parlementerê BDP’ê Halîl Aksoy axivî û bal kişand ser kesayet û têkoşîna Cemal Kavak. Aksoy bal kişand ser dilsoziya Kavak a bi şehîdan re û diyar kir ku divê ew têkoşînê ji cihê lê maye deynin ser milê xwe bidomînin. Aksoy bûyer û geşedanên li Kurdistanê jî nirxand.

Piştî Aksoy, li ser navê malbata Kavak, kurê wî Eyyup Kavak axaftinek kir. Kesên ku Kavak nas dikirin jî axaftinên kurt kirin û bîranên xwe yên bi Kavak re parve kirin.

Merasim piştî xwarinê saet di 18.00 de bi dawî bû.