Cejna Vejînê li gelek bajaran hate pîrozkirin
38. Salvegera damezrandina PKK'ê li gelek bajarên Ewropayê û gelemperiya cîhanê hate pîrozkirin.
38. Salvegera damezrandina PKK'ê li gelek bajarên Ewropayê û gelemperiya cîhanê hate pîrozkirin.
38. Salvegera damezrandina PKK'ê li gelek bajarên Ewropayê û gelemperiya cîhanê hate pîrozkirin.
DARMSTADT: Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê şevek hate lidarxistin. Di şevê de ku bi qasî hezar kes lê amade bûn, ciwanên Kurd bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" meşeke leşkerî pêk anîn. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz li vir axivî û diyar kir, berxwedana gelê Kurd wê di dawiya dawî de pişta dewleta Tirk bişikîne. Sariyildiz ji gelê Kurd xwest, bi yekîtiyê hê bêhtir xwedî li partiya xwe derkeve. Şev bi stranan û gerandina govendê qediya.
DÛÎSBÛRG: Şeva li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê bi beşdariya 500 kesî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Endma TJK-E Ronahî Pazarcik li vir axivî û got, "PKK'ê têkoşîna ji bo azadiyê hînê gelê Kurd kir. Îro li çar aliyên Kurdistanê bi sed hezaran ciwanên Kurd bi pêşengiya PKK û Rêber Apo têdikoşin." Pazarcik destnîşan kir, ku heta PKK û Rêberê Gelê Kurd heb in wê gelê Kurd bi ser bikeve. Hozan Çerîn Zîlan, Hozan Şiyar Mûnzûr, Koma Agirê Roj û Hozan Canê derketin ser dikê.
BONN: Li bajarê Bonn ê Elmanyayê, salvegera damezrandina PKK'ê bi şevekê hate pîrozkirin. Hevseroka Meclîsa Gel a Bonnê Ayda Ekmez Kiliç di destpêkê de axivî û got, "PKK'ê çarenûsa neyînî ya gelê Kurd guherand û xist ser rêyeke rast." Nûnerê PDY'ê Celal Efrîn, Hevserokê Meclîsa Gel a Troîsdorfê Salman Gedîk û nûnerê Partiya Çep li vir axivîn. Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç jî destnîşan kir, ku Kurdan bi PKK'ê re vejîna xwe pêk anîn, niha jî dora azadiyê ye. Di şevê de hozan Rojda, Diyar, Koma Rojava, Pesan, Dogan Bîçen derketin ser dikê. Her wiha bi rêya sînevîzyonê li peyama endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûstafa Karasû hate guhdarîkirin.
HALLE: Li bajarê Halle yê Elmanyayê, bi tevlîbûna bi hezaran kesî cejna vejînê hate pîrozkirin. Tevî kurdistaniyên li bajarên Bîelefeld, Paderborn, Gutersloh, Herford, Detmold û derdora wan, Elman, Tirk, Asûrî-Suryanî jî tevlî pîrozbahiyê bûn. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bîelefeldê Nûrî Koyûn, ji Tevgera Jinên Kurd Emel Gulo û li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk Gulbahar Gunduz axivîn. Piştre Koma Zerdeştê Kal, Ergîn Xelîkan, Orhan Nedîm, Îndraûs Bagandî û Koma Stran derketin ser dikê.
BREMEN: Pîrozbahiya li bajarê Bremenê jî, ku bi hezara kes tevlî bûn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre peyama KCDK-E hate xwendin û li ser navê NAV-DEM Bremen, Kongreya Îslama Demokratîk, YEK, PYD axaftin hate kirin. Koroya Zarokên Aram Tîgran, Koma Arîn Mîrkan a Bremenê, Koma Zarokên Rojava, Şano, Suleyman Regnîn, Zêzdar, Ozgur, Comert, Xalît Agirî, Bangîn, Eylem û Hozan Aydin derketin ser dikê.
KOLN: Ji bo pîrozkirina 38. salvegera damezrandina PKK'ê Kurdistaniyên li bajarên Aachen, Duren, Leverkûsen, Bergîsch Gladbach, Gumersbach û Bergheîmê dijîn, li bajarê Koln ê Elmanyayê li ehv civiyan. Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç li vir mafê axaftinê girt û piştre Govenda baran derket ser dikê. Di pîrozbahiyê de sînevîzyonek ji axaftina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nîşandan. Ozan Canê, Serdar Azad, Erdogan Emîr û Rojda jî derketin ser dikê.
MANNHEÎM: Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê bi heman armancê şevek hate lidarxistin. Li ser navê Komîteya Amadekar Ramazan Ozuak, ji MLPD Kalûs Hînk, ji Meclîsa Jinê Sosin Yavûz axivîn. Hevserokê NAV-DEM'ê Bahatîn Dogan jî peyivî û piştre li ser 27'ê Mijdarê sînevîzyonek hate nîşandan. Ozan Gulcan, Denîz Deman û Hozan Kawa derketin ser dikê. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûgba Hezer jî rewşa dawî ya li Kurdistanê ragihand.
FREÎBÛRG: Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Freîbûng ê Elmanyayê ji aliyê du hezar kesî ve hate pîrozkirin. Koma Sorgun, Çetîn Oraner, Ferman Patîev, Serhado û Nûarîn derketin ser dikê. Koma Sê Gulên Azad a govendê jî hunera xwe pêşkêş kir.
RENNES: Li bajarê Rennes ê Fransayê, di pîrozbahiyê de hat destnîşankirin, ku PKK ji bo gelê Kurd û hemû gelên bindest hêviya azadiyê ye. Piştî axaftinên li şevê, sînevîzyon hate nîşandan. Ozan Yuksel, Ozan Alî Gul, Berbang, Pinar Aydinlar û Ûlaş Kelaşîn derketin ser dikê.
STRASBOÛRG: Cejna Vejînê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hate pîrzokirin. Bi qasî 1500 kes tevlî şeva li gundê Kîrchheîmêb ûn.
MARSÎLYA: Pîrozbahiya li bajarê Marsîlyayê bi beşdariya bi hezaran kesî ve hate lidarxistin. Li dû nîşandana sînevîzyonê Peyman Arjîn, Îbrahîm Rojhilat, Zîna Botan, Koma TEV-ÇAND'ê derketin ser dikê. Parlamenterê berê yê HDP'ê Kemal Aktaş jî li vir axivî û rewşa dawî ya siyasî nirxand.
GRAZ: Li bajarê Graz ê Awûstûryayê, salvegera damezrandina PKK'ê bi şevekê hate pîrozkirin. Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûstafa Karasû bi rêya dîmen, peymanek ji şevê re şand. Piştre Koma Dem, Sosin û ji Çarnewa Serhat derketin ser dikê. Pîrozbahî bi gerandina govendê qediya.
TORÎNO: Li bajarê Torîno yê Îtalyayê, salvegera damezrandina PKK'ê li meydana Pîazza Castello hate pîrozkirin. Kurdistanî û Îtalyayî tevlî pîrozbahiyê bûn. Siyasetmedarê Kurdi Firat Ak li vir peiyvî. Di çalakiyê de gelek belavok jî hatin belavkirin.
EDÎNBÛRGH: Li bajarê Edînbûrg ê Skoçyayê, bi sedan kes li navenda civaka demokratîk li hev civiyan û salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê Koma Şengal a Zarokan sirûda "Ey Reqîp" got. Piştre koma govendê derket ser dikê. Hunermend Alî Sîzer û Hozan Aydin jî hunera xwe pêşkêş kirin.
MELBOÛRNE: Li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê, Cejna Vejînê hate pîrozkirin. Piştî axaftina li ser wate û girîngiya rojê, Rotînda, Koma Gulîlkan, Koma Muzîkê ya Zarokan derketin ser dikê.
HELSÎNKÎ: Li paytexta Fînlandiya Helsînkî, bi wesîleya Cejna Vejînê civînek hate lidarxistin. Di civînê d qala dîroka PKK'ê hate kirin û hat gotin, PKK weke rojekê mirovahiyê ronî dike.
LONDON: Li paytexta Îngilîstan Londonê, meşek hate lidarxistin. Çalakgerên danê êvarê li herêma Stoke Newîngton a Londonê li hev civiyan ber bi Dalstonê ve meşiyan. Pişte li avahiya Mala Gel a Dalstonê şevek lidar xistin. Pîrozbahî bi gerandina govendê qediya.
ERÎVAN: Li paytexta Ermenîstan Erîvanê jî bi armanca pîrozkirina salvegera damezrandina PKK'ê civînek hate lidarxistin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê endamê Kurdistan Komîte Davût Karasû, Serokê Şêwra Kurd li Ermenîstanê Kinyasî Hemîd û Seroka Kurdistan Komîte Jinîka Qadir li ser girîngiya rojê axivîn. Çalakî bi gerandina govendê li ber stranên hunermendên herêmî qediya.