Çavsoriya AKP’ê ya li dijî çapemeniyê

Çavsoriya AKP’ê ya li dijî çapemeniyê

Zextên li ser çapemeniya Kurd bi dawî nabin û ligel vê çapemeniya muxalîf, çepgir jî bûye hedefa rejîmê. Di 23’ê hezîranê de sosyalîst bû hedef û piştre jî opersayona li hemberî kedkran û îro jî çapemeniya alternatîf a çepgir.

Rejîma AKP’ê ku medya, polîs, servîsên îstîxbaratê û artêş girtiye destê xwe ji 2009’an het niha di serî de li hemberî kurdan û hemû aliyên muxalîf pêkanînên faşîzan dide meşandin. Rejîma AKP’ê li ber çavê hemû cîhanê êrîşê azadiya fikr û ramanê dike.

96 ROJNAMEGER DI GIRTÎGEHAN DE NE

Rejîma AKP’ê li hemberî bêdengiya çapemenî û hikûmetên rojava Tikriye kiriye girtîgeha herî mezin a cîhanê. Sendîkavanên tibê, parêzer, kesên hatine hilbjartin, xwendekar, jin û zarok bi girtîgehan tije bûne.

Li gorî daneyên Platforma Piştevaniya Rojnamegerên girtî ji 18’ê hezîranê şûnde li Girtigehên Tirkiyeyê jê 19 xwediyên îmtiyazê û midûrên karê nivîsê bi giştî 96 rojnameger hene. Ji vana beşek mezin rojnamegerên Kurd in.

Îro polîsên sivîl yên girêdayê TEM’ê bi ser rojnameya Atilim û Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETH) ya li Aksaray a Stenbolê de girtin. Ajans û rojnameya k udi heman avahiyê de bûn, hate zanîn ku bi biryara 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran bi hinceta ku ‘weşanên rêxistina MLKP’ ne rastî serdegirtinê hatiye. Lêgerîn hêj didomin û hate zanîn binçavkirin tune ye.

SOSYALÎST Û KEDKAR DI HEDEFÊ DE NE

Di 23’ê hêzîranê de li hemberî sosyalîstan operasyon pêk hat 8 kes hatin binaçvkirin. Di 25’ê hezîranê de derxistin edliyê, şêwirmendê serokê giştî yê ESP’ê û endamê Lijeya Rêvebereriya HDK’ê Îbrahîm Çîçek û şêwirmedê serokê ESP’ê Alî Hidir Polat serbet hatin berdan. Ersîn Sedefoglu, Gorgu Demîrpençe, Ozlem Cîhan, Alî Haydar Keleş û Firat Şeran hatin girtin. Şêwirmendê serokê giştî yê ESP’ê Ziya Ulusoy jî piştî lêpirsîna dozgeriyê hatin berdan.

Dîsa di 25’ê hezîranê de li 16 bajaran bi ser KESK û Sendîkayên girêdayê KESK’ê de girtin. Di nava wan de Serokê KESK’ê Lamî Ozgen jî hebû 71 sendîkavan hatin binçavkirin. Herî kêm 39 endam û rêveberên KESK’ê di girtîgehê de ne.