Car din êrîşî kampa PDK-Î hate kirin
Supayên Pasdarên Îranê carek din êrîşî kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê ya li sînorê Hewlêrê kir.
Supayên Pasdarên Îranê carek din êrîşî kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê ya li sînorê Hewlêrê kir.
Li gorî daxuyaniya medya fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î), saet 12:00’an Supayên Pasdarên Îranê bi 3 mûşekan êrîşî Kampa malbatên pêşmergeyên girêdayî Hizba Demokrat a Kurdistan a li sînorê Hewlêrê kirine.
Hat ragihandin ku duh bi şev jî bi mûşekan êrîşî heman kampê hatibû kirin.
Hate gotin ku di nava du rojên borî de gelek caran êrîşî kampên malbatên pêşmergeyên Hizba Demokrat a li nêzî Koyeyê jî hatine kirin.