Canezeyê gêrîla Mahsûm hate wergirtin

Canezeyê gêrîla Mahsûm hate wergirtin

Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Sînan Aggoz (Mahsum Sozdar) ku di êrîşa li navenda polîsan ya navçeya Ezînê ya Hatayê de birîndar bû û jiyana xwe ji dest dabû cenazeyê wî li Çiyayên Amanosê hate dîtin ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tipa Edlî wergirt û ber bi naçveya Gogsiyê ya Erziromê ve derxist rê.

Li navçeya Ezînê ya Hatayê di 13'ê tebaxê de gêrîlayên HPG’ê li dijî navenda polîsan çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de gêrîlayê HPG'ê Sînan Aggoz (Mahsum Sozdar) birîndar bû û pişt re leşkeran di bejahiya Ezînê di 23'yê tebaxê mirî dîtibûn. Malbata Aggoz cenazeyê kurê xwe li ji Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê wergirt.

Birayên gêrîla Mahsûm Osman û Ersîn Aggoz serê sibê hatin Edeneyê û bi Endamê MYK'ê yê ÎHD'ê Osman Kara, Serokê Rêxistina BDP'ê Ugur Bayrak û xizmên xwe serî li Saziya Tipa Edlî dan. Birayên ji bo teşhîsê çûn morgê cenazeyê gêrîla Mahsûm teşhîs kir. Ersîn Aggoz diyar kir ku, wan cenazeyê birayê xwe ji diranan teşhîs kir û wiha got: "Em îro hatin vir. Di 13'yê tebaxê de di navbera leşker û gêrîlayan de pevçûn derketibû. Birayê min di wê pevçûnê de bi giranî birîndar bibû. Li gorî agahiyên me ji nûçeyan girtin hevalên wî mudaxele lê kiribûn lê xelas nekirin. Ez bêjin cenazeyê wî li Çiyayên Amanosê mabû. Leşker çûn ew anîn. Em jî ji bo wê hatin vir. Ji ber ku cenaze li ber rojê mabû nedihate teşhiskirin. Ji me mînaka xwînê girtin. Ji testa DNA'yê. Em dê îro cenazeyê xwe bigirin û bibin Erziromê. Birayê min di sala 2005'an de li Enqere tevlî têkoşînê bû. Ji wê dîrokê heta niha me tu agahî jê negirtin."

DÊ LI GOGSIYÊ BÊ DEFINKIRIN

Aggoz da zanîn ku, cenaze nedihate nasîn lê wan bi diranan teşhîs kir. Aggoz bilêv kir ku, ji ber vê yekê saziya tipê ji wan xwîn girt û cenaze dan wan. Aggoz destnîşan kir ku, heke encama testa DNA'yê neyînî derbikeve dê cenaze ji wan careke din bixwazin. Aggoz da zanîn ku, ew dê cenaze li mezraya Teco ya gundê Kirgindere ya navçeya Gogsiyê ya Erziromê defin bikin. Cenazeyê gêrîla Mahsûm bi slogana "Şehîd namirin" derxistin rê.