Çalakiyên protestoyî yên li Ewropayê li dijî AKP'ê dewam dikin
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, ji bo balê bikişînin ser terora dewleta Tirk a li Kurdistanê, çalakiyên xwe didomînin.
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, ji bo balê bikişînin ser terora dewleta Tirk a li Kurdistanê, çalakiyên xwe didomînin.
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, ji bo balê bikişînin ser terora dewleta Tirk a li Kurdistanê, çalakiyên xwe didomînin.
VIYANA
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, terora dewleta Tirk a li gelemperiya Bakurê Kurdistanê bi taybetî jî li Cizîrê, ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve hat şermezarkirin.
Çalakiya li Stephansplatzê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Viyanayê, li ser pêvajoyê axivî. Qisekeran gotin, "Divê Erdogan, AKP û çeteyên wan baş bizanibin; serketina gelê Kurd nêz e."
Di dema çalakiyê de belavokên bi zimanên Elmanî û Îngilîzî yên li ser komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, hatin belavkirin.
HANNOVER
Li bajarê Elmanya Hannoverê, konê ji bo agahdarkirinê hat vedan di roja 2. de ye. Li vê derê, bi sedan belavok hatin belavkirin û berxwedana li Bakurê Kurdistanê ya li dijî faşîzma AKP'ê hat vegotin. Çapemeniya Elman jî eleqeyeke zêde nîşanî çalakiyê da. Çalakî wê îro jî bidome û dosyayek radestî Parlamenta Eyaletê bê kirin.
BÎELEFELD
Li bajarê Elmanya Bîelefeldê, çalakiya greva birçîbûnê ya ji 11'ê Çileyê û vir ve tê lidarxisitn, wê di 23'ê Çileyê roja Şemiyê de bi meşeke mezin bi dawî bibe. Greva birçîbûnê ji aliyê şoreşgerê Tirkiyeyî Hîkmet Înanç ve hat destpêkirin û pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a li Bîelefed û derdora wê tevlî bûn. Li ser navê komîteya amadekar a meşê Îsmaîl Taş bang li her kesî kir ku di 23'ê Çileyê de beşdarî meşa protestoyî bibin.
Meş wê roja Şemiyê saet di 15:00 de ji ber konê greva birçîbûnê yê li ber Karstadtê hatiye vedan, destpê bike.
FREÎBÛRG
Bi armanca şermezarkirina komkujiyên rejîma AKP'ê li Kurdistanê dike, li bajarê Elmanya Freîbûrgê Komuna Jinê ya Nûda meşek organîze kir. Girseya gel a li Kartoffelplatzê destpê kir, bi pankart û wêneyan ber bi navenda bajêr ve meşiya.
Piştî meşa ku bi sedan belavok lê hatin belavkirin, li navenda bajêr belavok hat xwendin û girseya gel dûre li Kartoffelplatzê vegeriya. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna mirovên di van komkujiyan de jiyana xwe ji dest dan, girseya gel dawî li çalakiya xwe anî.
HAMBÛRG
Li bajarê Elmanya Hambûrgê bi pêşengiya Ciwanên Azad çalakiyek hat lidarxistin. Bi dehan ciwan li navendeke bazarê ya Hambûrgê li hev civiyan û hem komkujiyên li Kurdistanê hem jî êrîşkarên di pîrozbahiya sersalê de tacîz kiribûn, şermezar kirin.
Ciwanan bi armanca agahdarkirinê belavok belav kirin û gul li jinan belav kirin. Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Jin jiyan azadî" qîriya.
Ciwanan dûre çalakiya bêîteatiya sivîl lidar xistin. Bi dehan ciwan ketin hundirê HBF a Hambûrgê û çalakiyek pêk anîn.