Çalakiyên Kurdan li Ewropayê belav dibin

Çalakiyên Kurdan li Ewropayê belav dibin

Kurdên li Ewropayê hema bêje li hemû bajaran li ser piyan in û ji bo Kobanê bang li civaka navneteweyî dikin. Parlemento, televîzyon, radyo, otorê, garên trenan û balyozxane navnîşanên çalakiyên Kurdan in.

ALMANYA:

Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li gelek bajarên Elmanyayê bi girseyî tên protestokirin. Piştî ku hate bihîstin, şerê li navenda bajarê Kobanê dest pê kir, bi hezaran Kurdistanî daketin qadan.

HAGEN

Kurdistaniyên li bajarê Hagen a Elmanyayê dijîn jî rêya herî qelebalix a bajêr li trafîkê girtin û çalakiyên rûniştin û meşê li dar dixin.

MANHHEIM

Kurdistaniyên li bajarê Mannheimê jî li Mannheim Paradeplatzê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Dê roja sêşemê saet 18.00 çalakiya nobetê bê lidarxistin.

STUTTGART

Li bajarê Elmanya Stuttgartê jî çalakiyên bi armanca şermezarkirina wehşeta DAIŞ’ê dest pê kirin. Dê di çalakiyên ku dê 24 saetan berdewam bikin de, bang li raya giştî ya navneteweyî bê kirin ku bi awayeke lezgîn mudaxeleyê çeteyên DAIŞ’ê bikin.

ESSEN

Li bajarê Essen ê Elmanyayê jî, li navenda bajêr nêzî 500 Kurdistanî ber bi Îstasyona Navendê ve dest bi meşê kirin. Hejmara kesên ku dixwazin li Îstasyona Navenda bajêr çalakiya rûniştinê li dar bixin, her ku diçe zêdetir dibin.

NURNBERG

Li bajarê Elmanya Nurnbergê jî Balafirgeha Nurnbergê dagir kirin. Nêzî 300 Kurdistanîyên tevlî çalakiyê dibin, bang li koalîsyona navneteweyî dikin ku mudaxeleyê çeteyên DAIŞ’ê bikin.

Li bajarê Elmanya Kolnê bi sedan kes li gara trenê û li ber radyoya WDR’ê ji bo Kobanê çalakî li dar xistin. Di heman demê de li bajarê Hagenê jî li ber avahiya rardyoyekê çalakî hate lidarxistin.

KOLN

Li gara trenêya Kolnê nêzî 300 Kurdistanî çalakiyek li dar xistin û çalakiya Kurdan heta ber deriyê radyoya WDR’ê berdewam kir. Girseya ku hejmara wan gihişt hezar kesî dixwazin di weşana zindî ya radyoyê de balê bikişînin ser rewşa Kobanê. Şandeya ji sê kesan pêk tê  ji bo hevdîtinê hatin amadekirin. Di şandeyê de nunerê PYD’ê Maha El Mihemed jî heye.

HAGEN

Li gara trenê ya bajarê Hagenê jî, nêzî 500 Kurdistanî li hev kom bûn û piştre hatin ber Radyoya Hagenê. Çalakger dê piştî daxuyaniyê careke din vegerin gara trenê.

FREIBURG

Li bajarê Freiburgê jî ciwanên Kurd gara trenê dagir kirin. Polîsan li herêmê  tedbîrên berfireh girtin.

ESSEN

Li bajarê Essen ê Elmanya zêdetirî hezar û 500 kesî ji bo piştgiriya bi Kobanê re li gara trênê çalakiya rûniştinê pêk anîn.

 Girseya saet 10.30’an ber bi bajêr ve dest bi meşe kir, saet 11.00’an li gara trênê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Di çalakiyê de bênavber dirûşm hatin gotin û sirûd hatin xwendin. Wê çalakî heya saet 01.00’an dewam bike.

 Ji rêveberiya Navenda Civaka Demokratîk a Elmanya (NAV-DEM) Salih Ustebay ku axivî got: “Îro roja şeref û namûsê ye. Em di roja êdî xelas bûye de ne” û hemû gelê Kurdistanê û dostên wan vexwendin pêşxistina têkoşînê.

 FRANKFURT

Kurdên li bajarê Frankfurt yên Elmanya û derdora wê dijîn li ber Sefaretxaneya Tirk hatin gel hev. Girseya hejmara wan giha hezarî, ji vir jî ber bi sefaretxaneya Amerîka ya 10 kîlometreyan dûr ve ketin meşê. Çalakvanan ragihandin dema gihan ber sefaretxaneyê wê heya sibehê çalakiya rûniştinê pêk bînin.

FRANSA

Kurd li hemû bajarên mezin ên Ewropa dest bi çalakiyên lezgîn kirin. Li ber televizyon, balafirgehan, garên trênan, sefaretxaneyan û parlamentoyan çalakî tên lidarxistin.

 PARÎS

Li paytextê Fransa Parîsê li ber Parlamentoya Neteweyî bi sedan kesên hatin gel hev rastî êrîşa polîsan hatin. Piştî çalakiya li balafirgeha herî mezin a li Parîsê Charles-de-Gaulle li dar xistin, bi sedan kes li ber Parlamentoya Neteweyî hatin gel hev. Hejmara girseyê her saet zêdetir bû, polîsan derdora saet 23.38’an dest bi destwerdana bi bombeyên gazê kir.

Li gelek bajarên Fransa Kurd rabûn ser piyan. Li ber parlamentoya Parîs, li ser rêya Nice-Marsilya, li balafirgehên Bordeaux û Nice çalakî hene.

 Piştî çalakiya li balafirgeha herî mezin a li Charles-de-Gaulle bi sedan kes li ber Parlamentoya Neteweyî hatin gel hev. Hejmara girseyê ku her saeta diçe zêde dibe, saet 23.38’an polîsan bi gazê mudaxele kir. Li ser zêdebûna hejmara girseyê destwerdan jî sekini, di navbera girseyê û sefaretxaneyê de bi wesayîtên polîsan dîwar hat çêkirin.

BORDEAUX

 Li bajarê Bordeaux çalakiya dagirkirina televîzyona France 3 hat dagirkirin. Çalakvan piştre berê xwe dan balafirgehê. Nêzî 200 kesî li balafirgehê çalakî dan destpêkirin. Polîsan hişyariya ger dawî li çalakiyê neyînin wê mûdaxele bikin kirin.

DRAGUIGNAN

 Li bajarê Draguîgnan ji rêyên mezin ên Ewropa rêya wesayîtan a Nice û Marsîlya bi hevdu ve girê dide, saet 10.00’an derdora 300 kesî rê li trafîkê girtin. Çalakî hîn didome.

SWÎSRE

BASEL

Kurdistaniyên li Baselê dijîn, li ber Parlamenta Baselê ya li Kolana Marktplatzê hatin cem hev. Kurdistaniyan bi yek dengî bang li hêzên navneteweyî kirin ku bi wezîfeya xwe rabin û destnîşan kir ku eger komkujiyek rû bide, her kesên bêdeng wê jê berpirsyar be.

ZURICH

Kurdistaniyên li Zurichê dijîn, li ber Parlamenta Zurichê gihaştin hev. Dirûşma "Kobanê" ya girseya gel li navenda bajêr deng vedide.

BERN

Li Bernê jî bi sedan Kurdistanî li ber Konsolosiya DYA tên cem hev. Girseya gel a ku çalakiya xwe dewam dike bang li DYA dike ku wezîfeya xwe tavilê bicih bîne.

CENEVRE

Li Cenevreyê jî girseya gel a li Balafirgeha Cenevreyê hat cem hev, dest bi çalakiya rûniştinê kir.

LOZAN

Kurdistaniyên li bajarê Lozanê dijîn jî, li ber Stasyona Lozanê hatin cem hev. Li ser navê Civakên Kurd ên Demokratîk li Swîsreyê Xebat Ocalan li vir axivî û bang li Kurdan û dostên wan ên li Swîsreyê kir ku ji bo Kobanê biherikin kolanan.

BELÇÎKA Nêzî 100 Kurdistanî li Bruksela paytexta Belçîkayê balafirgeha navneteweyî ya Brukselê dagir kirin. Çalakgerên bi armanca şermezarkirina êrîşên DAIŞ’ê, dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Girseya ku gelek alên Kurdistanî hilgirtine, çeteyên DAIŞ’ê şermezar dikin û dirûşimên dilsoziya bi berxwedana Kobanê re diqîrin. Girseya gel bang li raya giştî ya navneteweyî dike ku mudaxeleyê çeteyên DAIŞ’ê yên ku dixwazin komkujî pêk bînin, bike..

SWÊD

Li ser zêdebûna êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê Kurdên bersiv dan banga lezgîn li gelek bajarên Ewropa dest bi lidarxistina çalakiyan kirin.  Li Balafirgeha Arlanda ya li Stockholm a Swêd bi armanca piştevaniya bi Kobanê re û ji bo civaka navneteweyî bikeve nav tevgerê çalakiyek hat lidarxistin.

Çalakiya ku nêzî 200 kes beşdar bûn heta saet 22.55’an dewam dikir.

DANÎMARKA

Kurdistaniyên li paytexta Hollanda Kopenhagê dijîn, li balafirgeha Kopenhagê bi saetan çalakiya rûniştinê li dar xistin. Piştre, nêzî 500 kes li îstasyona navend çalakî pêk anîn. Çalakî piştî nîva şevê berdewam dikir

AWUSTURYA

Kurdistaniyên li paytexta Awusturya Viyanayê dijîn jî, li ber Parlementoya Awusturyayê çalakî li dar dixin. Kurdistaniyên li Viyanayê, bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, li ber parlementoya welat dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Girse her 5 deqe carekê rê li trafîkê digirin. Çalakgeran bang li Kurdên li Viyana û derdora wê dijîn jî kir ku tevlî çalakiya li ber parlementoyê bibin.

HOLLANDA

Kurdistaniyên li Hollanda dijîn, ji bo balê bikişînin ser komkujiyên ku çeteyên DAIŞ dixwazin li Kobanê pêk bînin Parlamentota Hollanda dagir kirin. Li bajarê Den Haag ê Hollanda nêzî 600 Kurdistanî li ber Parlamentoya Neteweyî ya Hollanda berî niha bi saetê dest bi çalakiyê kirin. Çalakvanan li hember êrîşên ku 21 roj in li dijî Kobanê didomin bêdengiya civaka navneteweyî şermezar kirin, ketin avahiya parlamentoyê.