Çalakiyên ji bo azadiya Ocalan dewam dikin
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina operasyonên qirkirinê yên li Bakurê Kurdistanê, ji Duşemê ve li paytexta Swêd Stockholmê kon hatiye vedan û çalakî tê lidarxistin.
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina operasyonên qirkirinê yên li Bakurê Kurdistanê, ji Duşemê ve li paytexta Swêd Stockholmê kon hatiye vedan û çalakî tê lidarxistin.
Çalakî duh ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd Sara ya Swêdê ve hat meşandin. Ji bo balê bikişînin ser qetilkirina jin, zarok, ciwan û extiyaran jinan pêlav danîn ber kon û navên sivîlên ji aliyê dewleta Tirk hatin qetilkirin, li ser wan nivîsandin.
Kurdistaniyên ji her çar parçeyan, heta derengiya şevê tevlî çalakiyê dibin û li ser armanca çalakiya xwe bi rengekî nivîskî û devkî agahiyê didin raya giştî ya Swêdê. Çalakger her wiha ji bo azadiya Ocalan îmzeyan didin hev.
Gaffûr Mûhammedî yê ji Rojhilatê Kurdistanê, ku roja 13'ê Sibatê di meşa dirêj a li Stockholmê de ji ber êrîşeke çekdarî bi giranî birîndar bû, tevî ku bi zorê dimeşe tevlî çalakiyê bû.
Mûhammedî ji ANF'ê re axivî re axivî û diyar kir, ji bo komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve li Bakurê Kurdistanê tê kirin û alîkariyê bide hewldanên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew tevlî çalakiyê bûye.
Mûhammedî got, "Dewleta Tirk ev 10 meh in navçeyên Bakur bi erdê re dike yek. Gelê me qetil dike û dişewitîne. Divê ev şer were sekinandin û Rêberê me Ocalan serbest bê berdan. Oalan ne tenê ji bo azadiya gelê Kurd, ji bo azadiya gelên Tirk, Ereb, Îranî û tevahiya gelên Rojhilata Navîn têdikoşe. Rêber û fîlozofekî ji bo azadî, wekhevî û aştiyê têdikoşe, gelo çawa dibe 17 sal in li girtîgehê tê ragirtin? Em nikarin vê qebûl bikin. Şer encax bi azadiya Ocalan bi dawî bibe. Eger Ocalan azad bibe, hingî lihevkirinek dikare pêk were û şer wê biqede. Ev yek wê bandoreke erênî li tevahiya Rojhilata Navîn bike. Pêwîste dewleta Tirk bes destekê bide rêxistinên terorê yên mîna DAIŞ û El Nûsra û der hal Ocalan serbest berde."
Îmran Karaer ku li qadê belavokan belav dike da zanîn, ku Yekîtiya Ewropa û Swêdê, ji bo sekinandina pêla penaberan 3 mîlyar Euro didin Tirkiyeyê û ev pere wê li dijî gelê Kurd bê bikaranîn.
Karaer got, "Ev pereyê ji Tirkiyeyê re bê adyîn, wê bibe sedema zêdebûna komkujiyên li hemberî Kurdan. Em vê rastiyê ji gelê Swêdê re vedibêjin. Haya mirovên li vê derê jê heye ku Erdogan destekê dide çeteyên DAIŞ'ê. Gel baldar e. Pirsan dipirse û tevlî kampanya îmzeyan dibe. Dibêjin 'Em anxwazin Swêd pereyan bide Tirkiyeyê'." Karaer diyar kir, ew dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derhal bê berdan.
Kurdistaniyên li bajarê Ûppsalayê dijîn jî, kom bi kom rojane rêya ji 80 kîlometreyî tên û tevlî vê çalakiyê dibin. Ji van Kurdistaniyan Adnan Dogan got, "Em dixwazin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalna tavilê bê rakirin. Eşkere tê dîtin ev tecrîd bandoreke çawa li gelên Kurd û Tirk dike. Tecrîdê herêm ber bi kaosê ve dehf da. Em dixwazint tecrîd were rakirin û muzakere bê destpêkirin."