Çalakiya nobetê ya bê dem a ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin di roja 72’emîşn de ye. Nobet ji aliyê 4 kesên ji herêma Evry ya Parîsê hatin ve dewr hate girtin.
Zêdetirê 400 roj in ku têkiliya Ocalan bi cîhanê re hatiye birîn. Ji 27’ê tîrmeha 2011 ve ne parêzer, ne jî malbat nikarin bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin. Nerazîbûnên Kurdan ên li hemberî vê yekê mezin dibin.
Piştî meşa dirêj a bi sedan km ya ji Cenevre heta Strasbourgê û greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor, a ku 52 rojan berdam kir, ji 25’ê hezîranê ve li ber Konseya Ewropa (KE) ya li Strasbourgê nobeta bê dem hate destpêkirin.
Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî, nobeta çalakiyê ya ku her hefte li ber KE’yê dewr tê girtin û her car 5 kes beşdar dibin da destpêkirin û heta niha berdewam dike. Îro jî 4 kesên ji herêma Evry ya Parîsê hatin nobetê dewr girtin. Hemû ji endamên Meclîsa Gel a Kurdan pêk tê.
Çalakgeran dan zanîn ku tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin û nerazîbûn nîşanî hevkarî û bêndengiya Ewropa ya li hemberî vê yekê dan. di daxuyaniya li ser navê koma nû ya çalakiyê hate dayîn de, bal kişandin ser rola Ewropa di Komploya Navneteweyî ya ku di 1999 de li hemberî Ocalan hate lidarxistin.
Çalakgeran nerazîbûn nîşanî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) û Parlementoya Ewropayê dan û diyar kirin ku êdî sebra Kurdan a li hemberî esareta Ocalan nemaye.