Çalakî ji bo Ocalan û girtiyên nexweş

Çalakî ji bo Ocalan û girtiyên nexweş

Serokê TUAD'ê Mahmut Taşdan bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û xwest ku Fatma Tokmak ya nexweş dil serbest bê berdan. Taşdan anî ziman ku, rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê piştgiriyê bide aştiyê.

Endamên TUAD'ê li ber Girtîgeha Jinan ya Bakirkoyê têkilidarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtiyên nexweş û binpêkirinên mafên mirovan yên li girtîgehê çalakiya xwe ya heftene li dar xistin. Di daxuyaniyê de pankrata "Ji mirinên girtîgehan re na, ji girtiyên nexweş re azadî" û wêneyên girtiyên nexweş hatin hilgiritn. Di daxuyaniyê de dowîzên "Operasyon na, çareseriya demokratîk" û "Girtiyên şoreşger kole nînin" ÎHD, Dayîkên Aştiyê, YAKAY-DER, GOÇ-DER, TOHAV, Enstîtuya Kurdî, ARZELA û rêveberên BDP'ê yên bajar û navçeyan jî piştgirî dan daxuyaniyê.

Di daxuyaniyê de sloganên "Zext me bêzar nakin" û "Edalet tuneye em edaletê dixwazin" hatin berzkirin. Serokê TUAD'ê Mahmut Taşdan daxuyanî xwend û bal kişand ser rewşa Fatma Tokmak ya ku di 23'ê tebaxê de rakirin nexweşxaneyê û wiha got: "Piştî emeliyatê careke din birin girtîgehê. Dermankirina wê nîvçû ma. Li hemberî rîsak mirinê ye. Ji bo dermankirina wê divê demildest serbest bê berdan." Taşdan da zanîn ku, divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û ji bo tevkariyê bide aştiyê divê şertên wî bên sererastkirin.

Ji parêzerên ÎHD'ê Ahmet Tamer jî diyar kir ku, li welatên din girtiyên nexweş serbest tên berdan lê li Tirkiyeyê ev yek pêk nayê û divê girtiyên nexweş serbest bên berdan.