CÎK: Em berê xwe bidin Dusseldorfê û li ber zilmê rabin

Civaka Îslamî ya Kurdistanê, ji bo meşa 4'ê Mijdarê ya li Dusseldorfê, ku wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), li ser meşa navendî ya 4'ê Mijdarê ku wê li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bê lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Kes û hêzên ku ola Îslamê bi rengekî bê wijdan bi kar tînin, bi awaeykî hovane xwîna gelê me yê mezlûm dirijîne."

Civaka Îslamî ragihand, ku yekane tevger û rêbertiya ku ji bo sekinandina rijandina xwînê ya li alema Îslamê û rawestandina zilmê diafirîne, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevgera rizgariya neteweyî ya Kurdistanê ye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "xwediyên dewletên zordar ên li alema Îslamê, bi navê ol, bawerî, aştî, demokrasî, aramî û biratiyê derewan dikin û xwîna mirovan dirijînin. Birêz Abdullah Ocalan  ev munafiqên durû derxist holê, lewma hewl didin bêhnê li wî biçikînin.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê destnîşan kir, ku parêzvanê aştî û jiyana bi hev re Ocalan divê tavilê bê berdan û wiha dewam kir: "Ji bo jiholêrakirina vê zilm û mexdûriyetê em bang li hemû Misilmanên durust, demokratan, mezlûman, aştîxwazan û dildarên azadiyê dikin ku 4'ê Mijdarê beşdarî meşê bibin."