Bulent Arinç: Çekên wan hebûn!

Bulent Arinç: Çekên wan hebûn!

Alîkarê Serokwezîrê Tirk Bulten Arinç der barê pevçûnên li Colemêrgê de daxuyaniyek balkêş da û got; “Hejmara wan zêde bû û çekên wan hebûn.”

Li gorî çavkaniyên herêmî û çavkaniyên HPG’ê zêdetirê 20 leşkre di pevçûnê de hatine kuştin. Lê rayedarên Tirk dibêjin ku 8 leşker hatine kuştin û 16 birîndar bûne.

Arinç diyar kir ku êrîş şevê din demjimêr di navbera 03.30 - 04.00 li herêma operasyonê pêk hatiye û got; “Hejmara wan zêde bû çekên wan jî hebûn.”

Arinç got; “Em bûyerê dişopînin. Em ê civînek cûda li Serokwezaretê li dari bixin. Wezîrê me yê Navxweyî, Serfermandarê me û Wezîrê Parastinê bûyerê dişopînin. Me agahî da hev. Em dixwazin bûyerên di girtîgehê de û vê êrîşa dawî binirxînin. Dê ev civîn berfirehtir be.”

CIVÎNA “EWLEKARIYÊ”

Hat zanîn ku dê ev civîna Arinç qala wê dike îro demjimêr di 15.00 de li Avahiya Serokwezaretê pêk bê. Civîn dê bi serokatiya Arinç û beşdariya Wezîrê Dadê Sadullah Ergin, Wezîrê Parastinê Îsmet Yilmaz, Rawêjkarê Serokwezaretê Efkan Ala, Rawêjkarê MÎT’ê Hakan Fidan û Fermandarê Duwemîn ê Artêşa Tirk Hulusi Akar pêk bê.