Bûldan: Em rêwiyên rêya sêyemîn in
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan ku li Stenbolê bi komeleyên herêmê re hat ba hev, got: “HDP, ne aliyê tu maseyê ye, ji bo ku namzedê/a me bimîne tûra duduyan, tiştê ji milê me were em ê bikin.“
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan ku li Stenbolê bi komeleyên herêmê re hat ba hev, got: “HDP, ne aliyê tu maseyê ye, ji bo ku namzedê/a me bimîne tûra duduyan, tiştê ji milê me were em ê bikin.“
Bi tevlêbûyîna Komîsyona Têkiliya bi Saziyên Civaka Sivîl û Partiyên Siyasî re ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, li Navenda Çandê ya Bajêr a Cemil Candaş, bi komeleyên herêmê re hat ba hev.
Bûldan di çarçoveya hevdîtinê de daxuyanî dan.
Bûldan got ku Kurdan heta bi niha bedelên giran dane û bi awayekê bi rûmet têkoşiyane û wiha axivî: “Her desthilatdariya hatiye û çûye, her partiya welêt bi rê ve biriye, xwedî hiqûq û yasayên cuda bûye li dijî Kurdan. Desthilatdariya AKP’ê, hiqûq û yasayên cuda ji bo Kurdan pêk anîn. Rêveberî guherîne lê zilm her wek xwe maye.“
‘KURD WÊ LI BER XWE BIDIN Û BI SER BIKEVIN‘
Bûldan bi domdarî diyar kir ku zilma dewleta Tirk a li ser Kurdan li her derê berdewam e û wiha pê de çû: “Ev êrîş û qetlîam nîşaneyên wê yekê ne ku desthilatdarî û yên pê re tevdigerin ji Kurdan û nûnerên wan, ji HDP’ê ku siyaseta demokratîk dike, ditirsin. Bila bitirsin, wê Kurd bi ser bikevin. Em mîratxurên wan hevalan e ku gotin: ‘Me kefen li xwe kir’ û bi rê ketin. Ev mîrate heta bi ser bikeve wê berdewam be.“
‘TECRÎD, PÊKANÎNEKE KÊFÎ YA HIKÛMETA AKP’Ê YE‘
Hevseroka Giştî ya HDP’ê anî ziman ku ji ber AKP û MHP bi siyasî serî bi HDP’ê re dernaxin, di hilbijartinan de têk nabin, bi siyasî dek û dolaban dikin û ev tişt diyarkirin: “Blokekirina alîkariya me ya ji xezîneyê tê, biryarek e ku bi awayekê siyasî hatiye dayîn. Niha dane pey dek û dolabên din. Biryar dane ku Selahattîn Demîrtaş di girtîgehê de tecrîd bikin.“
Bûldan, îşaret bi Tecrîda li Îmraliyê kir û got: “Tecrîda li Îmraliyê dan destpêkirin li girtîgehên din û hemû warên jiyanê belav kirine. Tecrîda li ser Rêzdar Ocalan ne exlaqî, ne wijdanî ne jî hiqûqî ye. Em dizanin ku ev tecrîd siyasî ye û pêkanîneke kêfî ya hikûmeta AKP’ê ye.“
‘HDP NE ALÎGIRÊ TU MASEYÊ YE‘
Bûldan destnîşan kir ku gelên Tirkiyeyê biryara xwe, daye li bendê ne ku hilbijartin bên û desthilatdariya AKP-MHP’ê bişînin û wiha got: “Em hemû dizanin ku du aliyên cuda hene. Li aliyekî Tifaqa Cimhûr li aliyê din Tifaqa Milet e. Lê gelên Tirkiyeyê ne mehkûm û mejbûrê van her du aliyan in.“
Bûldan axavtina xwe bi van gotinan dawî kir: “Tifaqa Ked û Azadiyê bi namzedê/a xwe heye. HDP ne aliyê tu maseyê ye û wê nebe. Ji bo bimînin tûra duduyan tiştê ji milê me were em ê bikin. Di demeke kin de em namzedê/a xwe bi gel bidin zanîn.
15’ê Çîleyê em mîtîngeke mezin li Qada Kartalê li dar bixin. Ev mîtîng wê bibe nîşaneya yekîtî û têkoşîna hevpar a gelên Tirkiyeyê. Ez ji dil bawer dikim ku em ê bi ser bikevin.“