Budçeya şer a desthilata AKP-MHP’ê ji sedî 30 zêde bûye
Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê, budçeya şer ji sedî 30 zêde kir, derxist 181 milyar TL.
Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê, budçeya şer ji sedî 30 zêde kir, derxist 181 milyar TL.
Pêşnûmeya Qanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2022’yan a ji aliyê Serokê Giştî yê AKP û Serokkomar Tayyîp Erdogan ve hat îmzekirin, pêşkêşî Meclîsê hat kirin.
Li gorî Qanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2022’an ku di 15’ê Cotmeha 2021’an de ji aliyê Serokatiya Stratejî û Budçeyê ve ji Meclîsa Tirkiyeyê re hat şandin; Behra ji bo Budçeya Giştî weke Trîlyonek û 750 Milyar lîre û bendewariya Dahata Budçeyê jî, Trîlyonek û 472 Milyar lire hat veqetandin. Budçeya ji bo Parastin û Ewlekariyê hat veqetandin jî ji sedî 30 zêde bû. Budçeya parastinê, bi vî awayî bû 181 mîlyar lîre.