Broşûra 'Azadkirina Jiyanê: Şoreşa Jinê' ya Ocalan êdî bi zimanê Tamîlî ye

Broşûr di salvegera damezrandina PKK'ê 27'ê Mijdarê de hat weşandin ku ev roj li welatê Tamîlan weke roja bîranîna qurbaniyên qirkirinê û şehîdan tê binavkirin.

Broşûr di salvegera damezrandina PKK'ê 27'ê Mijdarê de hat weşandin ku ev roj li welatê Tamîlan weke roja bîranîna qurbaniyên qirkirinê û şehîdan tê binavkirin.

Broşûra bi navê 'Azadkirina Jiyanê: Şoreşa Jinê' ku ji gelek pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate amadekirin, ji aliyê Weşanxaneya Pragnaî ve bi zimanê Tamîlî hate wergerandin. Broşûr li bîrdariya qurbaniyên qirkirinê û lehengên Pilingên Tamîlê ya li Mûllîvaîkkaal Mûttram hate nasandin.

Broşûr ji aliyê yek ji femînîstên navdar ên Tamîlî û aktîvîsta mafên mirovan Tamîl Nadûlû Poonkûzhalî Nedûrman ve hat wergerandin. Dr. N. Malathy jî pêşgotina broşûrê nivîsand.