Bozgeyîk: Şer krîzê giran dike
Hevserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk got, ji ber polîtîkayên desthilatdariyê yên alîgiriya şer û sermayeyê, krîza aboriyê ya ku sala 2022'an kûr bû wê sala 2023'an girantir bibe.
Hevserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk got, ji ber polîtîkayên desthilatdariyê yên alîgiriya şer û sermayeyê, krîza aboriyê ya ku sala 2022'an kûr bû wê sala 2023'an girantir bibe.
Hevserokê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk li ser krîza aboriyê ji ANF'ê re axivî. Bozgeyîk işaret bi polîtîkayên alîgiriya sermayeyê yên desthilatdariyê kir û got, "Ji ber ku di budçeyê de ji milyonan kedkar, kedkarên cemaweriyê, teqawît, jin û ciwanan re çavkanî nayên veqetandin, derfetên kar nayên afirandin, em ketin nava pêvajoyeke giran a xizanîbûnê. Bandora vê yekê hîn jî dewam dike. Ji ber ku sala 2023'an sala hilbijartinê ye, AKP ji bo desthilatdariya xwe dewam bike wê hîn bêhtir çavkaniyê ji xwe re veqetîne, lewma ji bo kedkar û karkeran wê pirsgirêka debarê di sala 2023'an de jî zêde bibe."
'SEDEMA BINGEHÎN POLÎTÎKAYÊN LI SER EWLEKARIYÊ YE'
Bozgeyîk bal kişand ser manîpulasyona desthilatdariyê û got, "Em zanin ku şer li Tirkiyeyê sedema bingehîn a kiryarên antî demokratîk, otorîterbûyîn, enflasyona bilind, xizanî û bêkariyê ye. Me timî dianîn ziman ku polîtîkayên şer ên li ser ewlekariyê sedema bingehîn e. Bi şerê Rûsyayê yê li ser Ûkraynayê ev rastî bêhtir şênber bû. Dema ku me ji gelên Tirkiyeyê, gelên cîhanê re digot ku polîtîkayên şer ên li Rojhilata Navîn bi taybetî dibin sedema krîza aboriyê, krîzê mezintir dikir, baweriya xwe bi me nedianîn. Gelên Tirkiyeyê êdî zanin ku sedema bingehîn a krîza aboriyê, bêkarî, xizanî û enflasyona bilind ev polîtîkayên şer e, polîtîkayên li ser ewlekariyê ne."