Seroka TUSÎAD’ê Umît Boyner pirsgirêka Kurd ‘Pirsgirêka ku herî zêde bedel bi civakê daye’ bi nav kir û der barê komkujiya Roboskê de jî wiha got: “Mafê raya giştî heye ku kujeran binasin. Em li bendê ku lêpirsîn zûtir pêk bê û encam bigire.” Boyner bal kişand ser nîqaşên kurtajê û wiha got: “Mijara kurtajê, tecawazê jî dike mijareke ji rêzê û hemû aliyan jî rencîde dike.”
Seroka TUSÎAD’ê Umît Boyne di civîna Konseya Îstîşare ya Bilind a TUSÎAD’ê de axivî û li ser kurtaj, Roboskê, “pêşîlêvekirina Kurd” a CHP’ê nirxandin kir. Boyner da zanîn ku divê aliyên sermayeyeê di her mijarê de gotina xwe bibêjin.
Boyner wiha pê de çû: “Divê em nêrînên xwe her tim bi raya giştî re parave bikin. Li ser navê hemû kesên bacan didin, li ser navê xwendekarên me em neçar in ku van pêk bînin. Qedexekirin û zext, rê li ber parçebûnê vedike. Li Tirkiyeyê tu partiyeke siyasî ne xwedî mafan û azadiyan e. Turgut Ozal cara yekemîn polîtîkayên neolîberal pêk anîn, lê ew jî temenî wî têr nekir.”
MESELEYA KURTAJÊ CIVAK RENCÎDE KIR
Boyner balkişand ser nîqaşên kurtajê û wiha got: “Cihê ku jin lê ye, cihê ku di nava civakê de laîk tê dîtin, dema ku mijara gotinê jin be ziman û usluba ku tê bikaranîn bi xofe. Mijara kurtajê ya ku niha di rojevê de tê nîqaşkirin, êdî aniye asteke wisa ku tecawîz pir normal tê dîtin. Ev gotinênkêmdîtinê (biçûkxistin) hemû aliyan rencîde dike. Li welatên ku perwerdehiyeke baş tunebe dê jin di reqabete global de tiştekî nekin. Di qada siyasî, aborî û civakî de jin hêj ne li asta ku di xwaze ye. Ne mimkun e ku mirov civakê bi baskekî bifirîne.”
DIVÊ WEHŞETA QILABANÊ RONÎ BIBE
Boyner der barê pirsgirêka kurd jî wiha got: “Pirsgirêka kurd pirsgirêkeke ku herî zêde bi gele bedel dayî ye. Heta ku Tirkiye vê birînê ne pêçe dê aramiyê nebîne. Rayagiştî ya Tirkiyeyê piştî facîaya Qilabanê berteke cidî nîşan da. Mafê raya giştî heye ku kujeran binasin. Divê lez bidin xebatên lêpirsînê û encamek bê bidestxistin.”
Boyner der barê hewldarnên CHP’ê yên ji bo pirsgirêka kurd jî wiha got: “Pêngava CHP’ê û bersivdana desthilatiyê hêvî da me. Em ji b ohemû alîkariyê ligel wan in. Em ji vê yekê jî ne rehet in. Daraz xwe dike şûna siyaeta. Divê di darazê de reformek ji binî ve pêk bê.”