Bombe li baregehên Heşdî Şabî yên li Kerkûkê hate barandin

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) baregehên Heşdî Şabî yên li derdora Kerkûkê bombebaran kir. Hat ragihandin ku di encama êrîşê de mirî û birîndar hene.

DYE’yê duh bi şev Baregeha Tûgaya 40’an a Heşdî Şabî ya li derdora Kerkûkê bombebaran kir.

Tê ragihandin ku di encama êrîşê de mirî û birîndar hene. Hêzên ewlehiyê hîna derbarê êrîşê ti daxuyaniyeke fermî nedane.

Li aliyê din baregehên Heşdî Şabî yên li Anbar û Bexdayê jî ji aliyê balafirên şer ên DYE’yê ve hatin hedefgirtin.

Têkildarî vê êrîşê jî agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.