BMG'ê li dijî polîtîkaya sîxûrkirinê ya dewleta Tirk daxuyanî da
Hêzên Têkoşînê yên Yekbûyî (BMG) li dijî polîtîkaya revandin, sîxûrkirinê ya dewleta Tirk daxuyanî da.
Hêzên Têkoşînê yên Yekbûyî (BMG) li dijî polîtîkaya revandin, sîxûrkirinê ya dewleta Tirk daxuyanî da.
Hêzên Têkoşînê yên Yekbûyî (BMG) li dijîn revandin, sîxurkirinê û zextê ya bi destê polîsên Tirk tê kirin li be Edliyaya Stenbolê ya li Çaglayanê daxuyanî dan.
Hevberdevkên Bajêr ên HDK'ê Erkan Tepelî û Aynûr Cengîz endama Meclîsa Partiyê (MP) ya Partita Demokratîk a Gelan jî li daxuyaniya çapemeniyê hazir bûn.
Li ser navê BMG'ê Yeşîm Tukel daxuyanî xwend. Tukel diyar kir dewlet ev pêlek e li dijî sosyalîst û welatparêzan pollîtîkaya revandin û sîxûriyê dike. Tukel her wiha diyar kir ser sûcên sîxûrkirinê, êşkence û revandinê tê girtin û got, ''Lê desthilata faşîst a AKP-MHP'ê ku li ser sûc tê girtin, bi destê darazê hewl dide ku sûcê xwe bigire.''
Tukel bi berdewamî got ew ê li dijî polîtîkaya revandin, sîxûrkirinê têkoşîna xwe bidomînin, bang kir ku her kes li dora têkoşîna yekbûyî li dijî vê polîtîkaya dewletê rêxistinî bibe û têbikoşe.