Biryara girtina hesabê alîkariya xezîneyê li dijî qanûnê ye
Dadgeha Destûra Bingehîn di doza girtina HDP’ê de li ser daxwaza dozger hesabê alîkariya xezîneyê ya HDP’ê bloke kir. Parêzer Serhat Eren diyar kir ku ev yek li dijî qanûnan e.
Dadgeha Destûra Bingehîn di doza girtina HDP’ê de li ser daxwaza dozger hesabê alîkariya xezîneyê ya HDP’ê bloke kir. Parêzer Serhat Eren diyar kir ku ev yek li dijî qanûnan e.
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) di doza girtina HDP'ê de daxwaza Serdozgeriya Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn a ji bo tedbîrê blokekirina hesabên alîkariya xezîneyê ya HDP’ê qebûl kir. Heta ku biryar bê girtin hesabên HDP’ê hatin blokekirin. Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo parastina HDP’ê 30 roj dem da û heta ku parastin bê kirin hesabên HDP’ê bi rengekî demkî hatin blokekirin.
EV BIRYAR LI DIJÎ QANÛNÊ YE
Berpirsê Hevserokê Giştî yê Komîsyonên Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Parêzer Serhat Eren, biryara Destûra Bingehîn ji ANF’ê re nirxand. Eren diyar kir ku ev biryar li dijî hiqûqê ye.
Eren got: “Me digot ku Dadgeha Destûra Bingehîn wê daxwaza blokekirina dozger qebûl neke. Li gorî me biryara ku hatiye girtin, li dijî qanûnên Dadgeha Destûra Bingehîn e. Em hê nizanin ku dadgehê bi kijan hincetê ev biryar daye. Piştî biryar tevî hinceta xwe ji me re bê ragihandin, em ê têkildarî biryarê îtîrazên xwe pêşkeş bikin.”
Parêzer Eren diyar kir ku ev biryar ne tenê ji bo HDP’ê di heman demê de li dijî siyaseta demokratîk e û got: “Bêguman partiya me ji kevneşopiyeke têkoşînê ya 30 salî ye.”
Parêzer Serhat Eren, da zanîn ku biryar hê ji wan re nehatiye ragihandin û wiha got: “Biryar hê jî nehatiye ragihandin, lê li gorî agahiyên ajansan heta mehekê dem hatiye dayîn. Em nizanin ku mehek ji bo çi hatiye dayîn. Em ji destpêkê ve dibêjin, em partiyek in ku ji bo girtina wê ya timî doz hatiye vekirin. Ger Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind daxwaza girtina hesabê partiya me bike, divê li gel delîl û hincetên vê ji me re bê ragihandin. Di vê derbarê de divê derfet ji me re hatiba dayîn ku em îtîrazên xwe bikin.”