Dadgeha Îdarî ya Stuttgartê, biryara qedexekirinê ya der barê axaftina Muzaffer Ayata ya konferansan û nivîsa wî ya der barê pirsgirêka kurd de bi hinceta ku ‘di warê hiqûqê de gumanên cidî hene’ rawestand.
Der barê nivîskar û siyasetmedarê kurd Muzaffer Ayata de li Almanyayê qedexeya siyasî û der barê vê de biryara rawestandina rêveberiyê hat dayîn. Dadgehê bal kişand ‘Propagandaya PKK’ û got ev dikeve çarçvoeya azadiya ramanê.
Li gorî nûçeya Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê, Dadgeha îdarî ya Stuttgartê îtîrazê qedexeya siyasî ya ji aliyê Daîreya Biyaniyan a Stuttgartê di 10’ê Sibata 2012’an de ji bo Muzafer Ayta hatibû dayîn, kir. 11’emîn Daîreya Dadgeha Îdarî ya Stuttgartê diyar kir ku ‘ev biryar di warê hiqûqê de gumanên cidî digire nava xwe’ û biryara rawestandinê da. Daîreya Biyaniyan a Stuttgartê ji bo ku îsbat bike Ayata di faliyetên PKK’ê de cih girtiye, makale û nûçeyên di rojnameya me de delîl nîşan dabûn. Di nava belgeyên wekî delîl hatine nîşandan de gotareke bi Ayata re ya rojnameya me jî cih digiri. Daîreya Biyaniyan, gotara mijara gotinê ya Muzaffer Ayata wekî ku propagandaya PKK’ê kiriye lanse kirin.
DADGEH: NÊRÎNÊN XWE ÎFADE KIR
Dadgeha Îdarî ya Stuttgartê li dijî vê biryarê derket û got Ayata nêrînên xwe îfade kirine. Dadgehê nirxandinên Daîreya Biyaniyan şaş dît û got ev îdia ji esaseke madî bê par e. Dadgeha îdarî ji ber vê yekê biryar rawestand. Li ser navê Daîreya Biyaniyan a Stuttgartê di biryareke k udi 10’ê Tebaxê de hatiye teblîgkirin de, di her rewşa ku tê binpêkirin de dê hezar Euro ceza bê birîn.
DAÎREYA BIYANIYAN JÎ ÎTÎRAZ KIR
Der barê mijarê de parêzerê Ayata Bernhar Pradel ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û got ji bo îtîrazê biryara Daîeya Biyaniyan bidin bi biryara Dadgeha Îdarî ya Stuttgartê re derbasbûna qedexkeirina siyasî wenda bûye. Her wiha Ayata heta biryareke din a teorîk dikare xebatên xwe yên siaysî bimeşîne.
Pradel wiha got: “Daîreya Biyaniyan, îtîrazê biryara Dadgeha Îdarî ya Stuttgartê kir. Ji ber vê yekê dosyayê întîkalê Dadgeha Îdarî ya Eyaleta Baden-Wurttemberg kir. Dadgeha îdarî ya eyaletê, dê berê rastiya biryara Dadgeha Îdarî ya Bajar a Stuttgartê de dê biryarê bide.”
ÇI QEWIMÎBÛ?
Muzaffer Ayata ku 20 sala di girtîgehên Tirkiyeyê de ma wekî penaber çû Almanyayê. Di Tebaxa 2006’an de hatibû girtin. Di esasa xala 129’emîn a Kanûna Cezayê ya Almanyayê de bi îdiaya rêveberiya rêxistina sûc iriye 3 sal û 6 meh ceza girt. Ji roja ku hatiye tahliyekirin îmzeya roja lê hatiye ferzkirin. Derketin derveyê sînor ya Stuttgartê qedexeye. Merciyên Almanyayê bi vî awayî dixwzin faliyetên wî bidin rawestandin. Îsal di meha sibatê de xebatên wî hatibûn qedexekirin. Bi vî awayî axaftinê di konferansan de û nivîsên wî yên der barê kurdan de hatibûn qedexekirin.